Somayeh Raşîdî li girtîgeha Îranê jiyana xwe ji dest da
Somayeh Raşîdî ya ku li Girtîgeha Qerçax a Îranê dihat ragirtin, piştî rewşa wê ya tenduristiyê giran bû û rakirin nexweşxaneya Mofatteh a li Varaminê jiyana xwe ji dest da.
Somayeh Raşîdî ya ku li Girtîgeha Qerçax a Îranê dihat ragirtin, piştî rewşa wê ya tenduristiyê giran bû û rakirin nexweşxaneya Mofatteh a li Varaminê jiyana xwe ji dest da.
Somayeh Raşidî di meha Nîsanê de li Tehranê bi îdîaya nivîsandina dirûşmeyan hate binçavkirin. Piştî êşkenceyê, ew şandin Girtîgeha Evînê û dû re, piştî êrîşên Îsraîlê şandin Girtîgeha Qerçaxê.
Ajansa nûçeyan a fermî ya Mîzanê, îdia kir ku Somayeh Raşidî tiryakê madeyên hişber bû û dermanên derûnî bikar dianî.
Lê belê, çavkaniyên mûxalîf û rêxistinên mafên mirovan, ragihandin ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî, dermankirina girtiya 43 salî hatiye redkirin û mirina wê encama vê xemsariyê ye.
Li gorî Îran International, rayedaran hewl dan ku çîroka "hewldana xwekuştinê" li ser malbatê ferz bikin. Heman çavkanî ragihand ku rejîm hewl dide berpirsiyariya xwe veşêre.
Rêxistinên mafên mirovan mirina Somayeh Raşîdî wekî encama muameleya xirab û îhmalkirina sîstematîk di girtîgehên Îranê de dibînin.