Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Wanê ji bo Rojîn Kabaîş meş: Em edaletê dixwazin

Koma kampanyaya “Ji bo jiyan û zindî hiştinê em xwe birêxistin dikin” ji bo xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest dabû, li kampusa Zanîngeha Yuzuncu Yılê ya Wanê meşek lidar xist.

Endamên TJA’yê, rêveberên Komeleya Jinana a Starê, ÎHAMED, OHD’ê, gelek rêxistinên civaka sivîl û xwendekar tevlî meşê bûn.

Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Ji bo Rojîn Edalet” hat vekirin de, dirûşmeyên wekî “Em ê kesekî din winda nekin” û “Veşartina rastiyê hevkariya sûc e” hatin berzkirin. Jinan ji kampusa ku herî dawî Rojîn Kabaîş lê hatibû dîtin ber bi peravê ve meşiyan.

Piştî meşê Endama Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê Ozlem Metîn Engîn, axivî û diyar kir ku doza Rojîn Kabaîş hatiye rawestandin. Ozlem Metîn Engîn got, "Polîtîkayên bêcezatiyê yên di kuştina jinan de dibin sedema parastina sûcdaran û desteserkirina mafê jiyanê yê jinan."

Ozlem Metîn Engîn, her wiha destnîşan kir ku mirina Rojîn Kabaîş encama polîtîkayên şerê taybet li Kurdistanê ye.

Di dawiya çalakiyê de, jinan ji bo meşa ku dê di 27’ê Îlonê de were lidarxistin, banga tevlîbûnê kirin.