Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Li Stenbolê bi jinan re civîna 'aştî û civaka demokratîk' hate lidarxistin

Hevseroka Giştî ya Partiya DEM’ê Tulay Hatîmoguları, Parlamentera Stenbolê Ozgul Saki û endamên Koordînasyona Jinan li Stenbolê bi rêxistinên jinan re hatin ba hev.

Di civîna li Stenbolê de, rêxistinên jinan, komele, platform, femînîst û nûnerên jin ên ji avaniyên siyasî yên cuda beşdar bûn.

Di civînê de, xebatên ku ji 1’ê Cotmehê û vir ve bi pêşengiya Meclîsa Jinan hatine meşandin hatin vegotin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de armanc ew e ku proses bi hemû kesan re bê nirxandin.

Beşdaran anî ziman ku proseya aştiyê ne tenê çareseriya pirsgirêka kurd e û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê jî qonaxeke krîtîk e.

Bal kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên ku dewlet dimeşîne, ku bi taybetî tundiya li ser jinan zêde dike, û têkiliya di navbera sîstema serdestiya mêran û tundiya dewletê de hate destnîşankirin. Hate gotin ku kuştinên jinan yek ji encamên herî berbiçav ên avahiya patrîarkal e.

Hate ragihandin ku aştî ne tenê rawestandina pevçûnan e; herwiha rakirina newekheviyên civakî, bidawîkirina tundiya li ser jinan û têkoşîneke bi hêz li dijî mîlîtarîzmê jî dihewîne. Hate destnîşankirin ku aştiyeke mayînde bi yekbûna têkoşîna hemû kesên bindest û yên ku newekhevî dijîn pêkan e.

Di civînê de herwiha pêşketinên piştî banga 27’ê Sibatê hatin nirxandin û girîngiya avakirina gavên pêşerojê li ser bingeheke hiqûqî û zagonî hate ronîkirin. Bal hate kişandin ser tevkariya nîqaşên ku bi tevgera jinan, femînîstan û nûnerên jinan ên saziyên têkel re tên meşandin.

Di beşa pirs û bersivan de jinan nêrîn, pêşniyar û nirxandinên xwe yên derbarê pêvajoyê de parve kirin û civîn bi dawî bû.