Kombûna Jinan a Zenûbiya: Êrîş nikarin îradeya me bişkînin

Kombûna Jinan a Zenûbiya êrîşa li ser navendên Dêrazorê şermezar kir û got, êrîş nikarin îradeya wan bişkînin.

15’ê Cotmehê li dijî navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya li bajarokê Ebû Hemam ê kantona Dêrazorê êriş hat kirin. Di encamê de avahiya kombûnê şewitî.

Endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Kisrayê hatin gel hev û daxuyanî da. Rêvebera meclisê Seher El Mistefa daxuyanî xwend.

Kombûnê êriş wek "Xeleke nû ji hewldanên hêzên tarî yên ji bo belavkirina tirsê di nav jinan de û bêdengkirina dengên wan ên azad" bi nav kir.

Di daxuyaniyê de îşaret bi rola jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û hate gotin: "Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî yên li Dêrazorê isbat kirin ku dikarin li ber xwe bidin û ava bikin. Jin di şerên rizgarkirina herêmê ji terora DAIŞ’ê de di rêza pêşîn de bûn û şehîd dan. Xwîna şehîdan dê meşala ku rêya Kombûna Jinan a Zenûbiya ronî dike bimîne."

Hate gotin hedefgirtina navendê hedefgirtina her jineke azad e ku ji bo avakirina civakeke demokratîk dixebite, di heman demê de hewldanek ji bo têkbirina îradeya jinên rêxistinkirî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya dê serî ji gef û tirsandinê re netewîne, lê dê xebatên xwe yên birêxistinkirin û perwerdekirina jinan û beşdarkirina wan di hemû qadan de bidomîne. Her wiha soz hat dayîn ku dê heya avakirina civakeke azad û demokratîk têkoşînê bidomîne.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî sazî, pêkhateyên civakî, şêx, rûspî, rewşenbîr û rêxistinên sivîl hat kirin ku hemberî hewldanên derxistina fitneyan bisekinin û piştgiriyê bidin jinan li hemberî êrişên sîstematîk.

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.