JIN
Hemû Nûçe
-
Elîf Kaya: Ti hêz nikare jina ku hişmend bûye têk bibe
Endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya got, "Çeka herî xurt li dijî çanda destdirêjiyê, hişmendîbûn e. Em dikarin bi xwedîderketina hebûna xwe, bi rêxistinkirin û esasgirtina xweparastinê têkoşînê bikin. Ti hêz nikare mirov-jina ku hişmend bûye têk bibe." -
‘Yekîtî û helwesta jinan a li hemberî şer û tundiyê dikare çarenûsa mirovahî biguherîne’
Endama Koordînasyona KJK’ê Hêvî Nûda anî ziman ku dawî anîna şer û tundiyê bi helwesta zelal a jinê ve girêdayî ye û got, “Ev sedsal wê bi zayendparêzî, netewperestî û şovenîzmê yan jî bi têkoşîna azadiya jinê û demokrasiyê ve têşe bigire” -
Jinên ciwan li Frankfurtê li dijî tundiyê çalakî kirin
Jinên ciwan li Frankfurtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJin) li dijî tundiya jinan çalakî lidarxistin. Jinan, jinên ku li seranserê cîhanê tundiyê dibînin bi bîr anîn û li dijî tundiya mêr-dewlet banga têkoşîna birêxistinkirî kirin. -
Jin li qadan e: Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê mezin bikin
Jin li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê banga mezinkirina têkoşînê kirin. -
Tundiya li dijî jinê zêde dibe: Divê em nasnameya zilamtiyê biguherînin
Psîkolog Ruken Esen destnîşan kir ku tundiya li dijî jinê ne pirsgirêkeke takekesî lê belê pirsgirêkeke civakî ye û got, “Rawestandina tundiyê ne tenê bi xurtkirina jinan, lê belê bi guhertina mekanîzmayên civakî û nasnameya zilamtiyê pêkan e.” -
Azadî û mafê jiyanê yê jinê di asteke metirsîdar de ye
2025 ji bo jinan ne tenê bi tundiyê derbas bû; her wiha bû salek ji xizanî, şer û newekheviyê. Ji Tirkiyeyê heta bi Sûdanê, ji Ewropayê heta bi Fîlîstînê mafê jiyanê yê jinê di asta navneteweyî de hate binpêkirin. -
'Sedema bêdengiya civakê ya li pêşberî kuştina jinê, feraseteke veşartî ya qebûlkirinê ye'
Elîf Kaya anî ziman ku tifaqa mêr-dewletê qirkirina jinê dinixumîne û got, "Li pişt her kuştineke jinê ya ku li nava civakê nabe sedema nerazîbûnê, qebûleke veşartî heye. Çanda mêrtiyê û mekanîzmaya dewletê di vir de hevkariyê dikin." -
KJAR: Jin û civaka rêxistinkirî rêya gihiştina azadiyê ye
KJAR’ê destnîşan kir ku yekane rêya gihiştina azadiyê jin û civaka rêxistinkirî ye û wiha got, “Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê ye.” -
Li Amûdê, Şam û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Bêyî jinan aştiya mayînde pêk nayê
Di çalakiyên ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de hatin lidarxistin de, hate destnîşankirin ku aştiya civakî û avakirina pêşeroja Sûriyeyê bêyî jinan pêk nayê. -
Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mêr daketin qadan
Li kantonên Reqa, Tebqa, Firat û Cizîrê bi sedan mêr daketin qadan û tundiya li jinan şermezar kirin. -
'Di gulistana Rêbertî de em ji bo azadiya jin û civakan dixebitin'
Jiyan Azadî Kobanê 25’ê Mijdarê li jinan pîroz kir got, "Bi ramanên Rêber Apo me xwe xemiland. Îro roj di bax û gulistana Rêber Apo de em ji bo azadiya jinan û civakan dixebitin." -
Li herêmên dagirkirî bîlançoya komkujiya jinan
Li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbicê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, di nava salekê de bi sedan sûcên ji kuştin, destdirêjî, êşkence û revandina jinan qewimîn. -
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê: Tundiya li dijî jinan di asta 'dîrokî' de ye
Rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ya 19’ê Mijdara 2025’an eşkere dike ku tundiya li dijî jinan li seranserê cîhanê gihîştiye "astên dîrokî". -
YJK-S’ê bernameya 25’ê Mijdarê eşkere kir
Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S), wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de li gelek kantonan panel û çalakiyan li dar bixe. Wê di 22’yê Mijdarê de li bajarê Zurihê jî meşeke girseyî were lidarxistin. -
Ji KJK'ê deklarasyona 'rêxistinî, xweparastin û seferberiyê'
KJK’ê got, tundiya li ser jinan bi rêya polîtîkayên dewletê bi rêk û pêk tê birêxistinkirin û ev peyam da: "Tişta ku jinan li ser piyan bigire hêza jina birêxistinkirî û jiyana wan a komun e." KJK'ê ji bo şermezarkirina polîtîkayên şer û êrişan bang kir. -
Emîne Osê: Nabe ku tecrûbeya Rojava jinedîtî ve bê
Berdevka Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongra Star Emîne Osê anî ziman ku jinedîtîhatina tecrûbeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wê xizmetê ji Sûriyeyê re neke. -
Li Şêran, Şêdadê û Helebê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin
Di çarçoveya 25ˊê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Ya Cîhanê de li Şêran, Şêdadê û Helebê çalakiyên bi tevlîbûna girseyî hatin lidarxistin. -
Şaredariyên DEM Partiyê rapora xebatên jinan ragihand
Şaredariyên DEM Partiyê di çarçoveya kampanyaya “Ji bo jiyaneke azad û bê tundî; gotina me neqediya em ê tundiyê bi hev re rawestînin” de rapora xebatên jinan aşkera kir. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25'ê Mijdarê
Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê jinan çalakî lidar xistin û li ber tundiya li jinê rabûn. -
Kongra Star sersaxî da malbata Berîvan Kûtlû
Koordînasyona Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxî ji malbata çalakvana TJA’yê û hevşaredara berê ya Cizrê Bêrîvan Kûtlû re xwest, ku koça dawî kir. -
‘Bi rêxistin û xweparastinê em ê bi ser kevin’
Gaziya şer Gulçîn Xoşmêr diyar kir ku divê tevahî jin bi ruh û îradeyeke herî xurt li hember zext, tundî û neheqiyan rawestin û got, “Divê em weke jin bi yekîtî, rêxistin û xweparastinê têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.” -
Li Binarê Qendîlê semînera 25’ê Mijdarê: Felsefeya azadiyê tundiyê kêm kir
Di semînera 25’ê Mijdarê ya li Binarê Qendîlê de, bandorên civakî yên felsefeya azadiyê û rola pêşeng a jinan hate nirxandin. -
Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: 'Em ê bi hev re tundiyê rawestînin'
Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li dar xistin û banga têkoşîna hevbeş li dijî tundiyê kirin. -
Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê Bêrîvan Kûtlû hate veşartin
Cenazeyê Hevşaredara Cizîrê ya berê û aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Kutlû li warê wê li Şirnexê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. -
TAJÊ dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir
TAJÊ dest bi çalakiyên 25'ê Mijdarê kir û got, "Mirina her jinekê fermanek e; em ê li dijî tundiyê xweparastinê mezin bikin."