YJK-E'yê ji bo meşa Parîsê banga tevlîbûnê kir

YJK-E'yê bi bîr xist ku li gel salên di ser komkujiyên Parîsê re derbas bûne kiryar hîn nehatine ronîkirin û ji bo meşa navendî ya 10'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kir.

Yekîtiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) ji ber salvegera komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 13 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, lê belê dosya hîn jî nehatiye ronîkirin û ev yek jî nîşan dide ku Fransa li şûna edaletê, xwe li bêdengiyê daniye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrişa 9'ê Çileya 2013'an ji ailyê îstîxbarata Tirk ve hate plankirin û bicihanîn ku di encamê de ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji damezrînerên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, ji pêşengên dîplomasiya Ewropayê Fîdan Dogan û ji tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, qetilkirina Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil di 23'ê Kanûna 2022'an de nîşan da ku ev polîtîka dewam dike û hate destnîşankirin ku ronîkirina komkujiyên Parîsê ji bo eşkerekirina heqîqet û edaletê gelekî girîng e.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel bi taybetî jî jinan hate kirin ku 10'ê Çileyê beşdarî meşa navendî ya li Parîsê bibin.