JIN
Hemû Nûçe
-
Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e
Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku di bin rêveberiya bi esasê şerîatê ya HTŞ'ê de tundiya mezhebî û cihêkariya li jinê zêde bû û got, berxwedana jinê ya şoreşa Rojava li cîhanê tecrûbeyeke bêhempa pêşkêş kir. -
Di bin siya 'Sala malbatê' de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan
2025 ku ji aliyê hikumetê ve bi îlana 'Sala Malbatê' destpê kir, ji bo jinan bi tundî, xizaniya giran, bêcezahiştin û desteserkirina mafan derbas bû. -
Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt
Li Îsfahanê 10 jinên Bahaî li gel ku li rûniştina dozê de ne amade bûn cezayê girtîgehê li wan hate birîn. -
Di sala 2025'an de berxwedana jinan a di nava rastgirî, şer û krîzan de
Bilindbûna desthilatdariyên rastgir, şerên bêdawî û krîzên giran ên aboriyê, di sala 2025'an de jiyana jinan li tevahiya cîhanê hîn bêhtir bê ewle kir. Lê belê vê yekê têra rawestandina berxwedana jinan nekir. -
Cenazeyê şehîd Bêrîtan Fûad hate veşartin
Cenazeyê Şervana YPJ’ê Bêrîtan Fûad li Dêrikê bi merasîmekê hate veşartin. -
400 aktîvîstan ji bo Zehra Şehbaz Teberî bang kirin
400 çalakvanên mafên mirovan û xelatgirên Nobelê bi daxuyaniyeke hevpar cezayê darvekirinê yê ku Îranê li girtiya siyasî Zehra Şehbaz Teberî birî, şermezar kir. Hate destnîşankirin ku jinên berxwedêr ên li Îranê, rû bi rûyê cezayên darvekirinê ne. -
Xalide Engîzek: Heval Berfîn bû sembola ked û fedakariyê
Xalide Engîzek, Berfîn Nûrhaq a ku di 13’ê Kanûna 2021’an de şehîd bibû, di salvegera şehadeta wê de bi bîr anî û got: “Em ê di her serdemeke têkoşîna xwe de bîranîn û sekna heval Berfînê ji xwe re bikin mînak." -
Li dijî heqaret û êrişên li hemberî Leyla Zana gilî hate kirin
Li hemberî heqaret û êrişên zayendperestî yên komên nijadperest ku bi komek alîgirên Bûrsaporê destpê kir û li trîbunên Ankaragucu û Rîzesporê dewam kirin, jin ketin nava liv û tevger û gilî kirin. -
Parêzer Gîzem Mîran: Sala 2025'an ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekir
Parêzer Gîzem Mîran pratîka dadgeriyê ya 2025'an nirxand û bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên jin, zarok û girtiyan û got, hesta edaletê li nava civakê gelekî lawaz bûye. -
YPJ: Fermandar Bêrîtan şehîd bû
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku Fermandar Bêrîtan Fuad şehîd bû û got, yek ji lehengên xwedî hêza parastina welatê û xaka xwe bû. -
TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin
TAJÊ bi wesîleya salvegera sêyemîn a komkujiya duyemîn a Parîsê daxuyaniyek da û şehîdên komkujiya Parîsê bi bîr anî. -
YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJAD) diyar kir ku komkujiyên li Parîsê li dijî Kurdan hatine kirin, encama polîtîkayên bêcezatiyê ye û destnîşan kir ku heya edalet pêk tê, wê têkoşîn bidome. -
Ji KJK'ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê
Koordînasyona KJK'ê şehîdên komkujiya 23'ê Kanûnê ya li Parîsê bi bîr anî û destnîşan kir ku nîşaneya herî bi wate ya dilsoziya bi şehîdan re parastin û xurtkirina şoreşa jinê û azadiyê ye. -
Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daxuyanî da û got, li dijî êrîşan ew ji bo parastinê her tim amade ne. -
Komîsyona Jinan a KNK'ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!
"Em wek Komîsyona Jinan a KNK'ê, li Bursayê, di maça Bûrsaspor û Somasporê de êrîşa qirêj a li dijî îradeya jinên Kurd ku di şexsê Leyla Zanayê de pêk hat, bi tundî şermezar dikin û qebûl nakin." -
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kirin
Jinan qetilkirina Şêrîn Oso ya li Efrîna di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, şermezar kirin û xwestin ku hesab ji faîlan were pirsîn. -
Komkujiyên Parîsê: TJK-E’yê banga tevlîbûna çalakiyên bîranînê kir
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo çalakiyên bîranînê yên ku wê bi wesîleya salvegera komkujiyên 2013 û 2022’an ên li Parîsê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Meclîsa Îştarê êrişa li hemberî Leyla Zana şermezar kir
Meclîsa Îştar a li Mexmûrê, êrişa zayendperest û faşîst a li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana bi daxuyaniyekê şermezar kir. -
Kongra Star li Efrînê qetilkirina jina ciwan şermezar kir
Kongra Star qetilkirina Şêrîn Osê ya li Efrîna dagirkirî, şermezar kir û diyar kir ku ev sûc parçeyekî tundiya sîstematîk a li hemberî jinan e. -
Di nava salekê de 971 serlêdanên tundiyê: Karê li qadê wê zêde bibe
Xebatkara Yekîneya Têkoşîn û Tundiyê ya Şaredariya peyasê Ebrû Demîr anî ziman ku 971 jinan serî li navendên piştevaniya jinê dan û got, li dijî tundiyê wê li qada civakî karekî hîn çalak bimeşînin. -
KJK: Êrişa li dijî Leyla Zana êrişa li hemberî rûmeta jinan û gelê me ye
Koordînasyona KJK'ê êrişên nijadperestî û zayendîperestî yên li hemberî siyasetmedara Kurd Leyla Zana şermezar kir û got, "Êrişek li hemberî rûmeta gelê me û jinan hemûyan e." Lewma xwest, pêkanînên hiqûqî li dijî vê êrişkariyê bê kirin. -
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Em ê êrîşên faşîzmê yên li ser jinan qebûl nekin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, êrîşa organîze ya ku di trîbûnan de li dijî Leyla Zana hatibû kirin şermezar kir. -
Rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê nebaş dibe
Komîsyona Jinan a Konseya Neteweyî ya Parastina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku rewşa girtiyên siyasî yên jin nebaş e, ji mafên xwe yên bingehîn bêpar in û rayedar agahiyên li ser rewşa girtiyan nadin malbatên wan. -
Li Meclîsê divê ‘yekîtiya li dijî tundiya li ser bingehê zayenda civakî’ were avakirin
Koma Parlamenterên Jin a DEM Partiyê êkildarî bûyera îstîsmarê ya li Meclîsê li dijî zarokên keç ên pêk hatibû li Meclîsê daxuyanî da. -
Rêxistinên jinan li dijî binpêkirinên li Îranê bang kirin
Rêxistinên jinan têkildarî zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan û xwestin, ev binpêkirin li Dadgeha Ceza ya Navneteweyî bêne darizandin.