Kongra Star ji bo jinên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê banga piştgiriyê kir

Kongra Star piştgirî da jinên li Îranê û Rojhilatêw Kurdistanê û diyar kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bangek li dijî zilmê ye.

Ofîsa Têkiliyên Giştî ya Kongra Star a Helebê li ser xwepêşandanên gel ku di 28`ê Kanûnê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin û berdewam dikin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endama ofîsê Hevin Mûsa ve li taxa Eşrefiyê ya Helebê, bi amadebûna bi dehan endamên Kongra Star û nûnerên tevgerên jinan hate xwendin.

Daxuyaniyê behsa serhildana 2022`yan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir ku di dema wê de dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" derket pêş û diyar kir ku jin di nava wê şoreşê de bûn, rêberî kirin û bi hişmendî û biryardarî li dijî zilmê derdikevin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku vê pêşengiya jinan hiştiye ku jin bibin hedefa rasterast a rejîma Îranê ku ji bo şikandina îradeya wan û bêdengkirina dengê wan, dest bi girtinên girseyî, bikaranîna tundiya cinsî wekî çekek siyasî, reşkirin û kuştinên kiriye.

Jinan piştgiriya xwe bo jinên li Îranê û bi her jinekê re ku di bin rejîmên otorîter de rastî zilm û cudakariyê tê, anîn ziman, û destnîşan kirin ku dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" bûye bangek gerdûnî li dijî zordariyê û tîne bîra her kesî ku azadiya neteweyan bi azadiya jinan dest pê dike.

Di daxuyaniyê de bang li jinên li Îran, Sûriye û li çar aliyên cîhanê hate kirin ku yekitî û hevgirtina jinan a navneteweyî xurt bikin, têkoşînê mezin bikin û veguherînin hêzeke kollektîf ku dikare zordariyê têk bibe, mafan biparêze û edalet û wekheviyê di civakan de pêk bîne.