Li gelek bajaran bangên ji bo meşên 25’ê Mijdarê hatin kirin: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin

Rêxistinên jinan banga beşdarbûna meşên ku wê sibê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî bên lidarxistin kirin.

Çalakiyên ku di bin pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) de li gelek bajaran tên lidarxistin de jinan gotin “Ji bo jiyanek bê tundî û azad hîn gotina me neqediyaye. Em ê bi hev re tundiyê rawestînin."

RIHA

TJA li Halîliyeyê bi belavkirina broşur û stîckeran der barê hişbirê de gel agahdar kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya "Jin jiyan azadî” hat berzkirin û jinan vexwendin çalakiyên 25’ê Mijdarê.

AGIRÎ

TJA, DEM Partî û Meclisa Jinan a DBP’ê li kolana Cumhuriyetê stand vekirin û banga meşê kirin. Wêneyên jinên ku di dîrokên cûda de hatine qetilkirin hatin daliqandin û bang li jinan kirin ku sibe saet 13:00’an de li ber avahiya DBP’ê kom bibin.

COLEMÊRG

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu jî beşdarî çalakiyan bû û ji bo beşdarbûna meşa ku wê li Geverê were lidarxistin belavok hatin belavkirin.

DERSIM

Platforma Jinan a Dersimê li ber postexaneya navendî daxuyanî da û bal kişand ser zêdebûna qetilkirina jinan û daxwaza berdana girtiyên jin kir. Piştî daxuyaniyê ji jinan re kart û name şandin. Jinan belavok belav kirin û banga beşdarbûna meşa ku wê sibê ji kolana Hunerê heta Qada Seyid Riza bû lidarxistin kirin.