Li Ermenistanê tundiya li dijî jinê hate şermezarkirin
Li herêma Elegezê ya Ermenistanê Yekîtiya Jinên Azad bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyanî da çapemeniyê.
Li herêma Elegezê ya Ermenistanê Yekîtiya Jinên Azad bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê daxuyanî da çapemeniyê.
Daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya jinên Azad Seyran Celad ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Em weke Yekîtiya Jinên Azad bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, tundiya li hemberî jinan şermezar dikin û dibêjin na ji hemû cûrên tundiya li ser jinê re.
Rejîma Trujîllo ya ku xwişkên Mîrabel qetil kir, îro jî di bin maskeyên zayendperest, netewperest û olî de qirkirina jinan didomîne û pergala xwe li ser tundî, kuştin, qirkirina jinê û însanetiyê didomînin.
25’ê Mijdarê ji bo me jinan ne tenê roja têkoşîna li dijî tundiyê ye; di heman demê de roja xurtkirina xweparastinê, pêşxistina hişmendiyê û berfirehkirina tifaqên jinan e.
Faşîzm li her aliyê cîhanê li ser bingeha dijberiya jinê tê pêşxistin. Pergala modernîteya kapîtalîst a pir alî, hêza xwe ji tundiya dewletê ya mêr digire û desthilatdariya xwe ya li ser jinê zêde dike. Sîstema serdest a mêr ku bi armanca zayendperestî, netewperestî û li ser bêdengkirina jinê xwe saz dike, me qebûl nekiriye û em ê ti carî qebûl jî nekin.
Em jin em ê xwe li ser fikir, felsefe û paradigmaya Rêber Apo xwe bi rêxistin bikin û azadiya xwe misoger bikin. Ger îro em weke jinên Kurd bûne xwedî îradeya azadiyê û têkoşînê ji bo xwebûna xwe dikin, ev jî bi saya Rêber Apo ye. Rêber Apo dibêje, hûn çiqas xwe bi rêxistin bikin û bibin ya xwe ez ê jî li pişta we bim û ji we hez bikim.
Em dîsa dibêjin na ji bo hemû curên tûndiya li ser jinê û bi şoreşa Jin Jiyan Azadî em ê têkoşîna xwe li her qada jiyanê xurt bikin û azadiya xwe misoger bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.