Jin li qadan e: Em ê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî têkoşînê mezin bikin
Jin li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Jin li gelek bajarên Tirkiye û Kurdistanê daketin qadan û li dijî tundiya mêr û dewletê banga mezinkirina têkoşînê kirin.
Li gelek bajaran bi wesîleya 25'ê Mijdarê roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de banga mezinkirina têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî tundiya li jinan û parastina jiyanê bi felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" hate kirin.
RIHA
Çalakiyên bi pêşengiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê li qiraxa Çemê Firatê hatin lidarxistin û ji bo işaret bi kuştina jin û zarokan bê kirin, zincîra ji mirovan hate çêkirin. Di daxuyaniya çapemeniyê de jî têkoşîna rêxistinbûyî ya li dijî êrişên li hemberî jinan hate destnîşankirin û li hemberî polîtîkayên li dijî jinê yên ji Talîbanê heta Îranê, ji Sûriyeyê heta Tirkiyeyê banga "berxwedana topyekûn" hate kirin.
AMED
TJA'yê li navçeya Sûr a Amedê serdana dikandar û malan kir û ji bo meşa 25'ê Mijdarê broşur belav kir. Jinan ji bo meşa ji ber Girtîgeha Berê ber bi Ofîs Azc Plazayê banga tevlîbûnê kirin.
EDENE
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Ceyhanê bi jinan re "atolyeya tundiyê" lidar xist. Di atolyeyê de rê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê hate nîqaşkirin û kombûn bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.
STENBOL
Meclîsa Jinan a Aksarayê ya Stenbolê ya Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê daxuyaniyek da çapemeniyê û banga têkoşîna li dijî tundî, newekhevî û xizaniyê kir. Jİ bo meşa 25'ê Mijdarê ya li Taksîm Tunelê jî banga tevlîbûnê hate kirin.