Li gelek bajaran çalakiyên 25’ê Mijdarê: 'Em ê bi hev re tundiyê rawestînin'
Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li dar xistin û banga têkoşîna hevbeş li dijî tundiyê kirin.
Jinan li gelek bajaran çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li dar xistin û banga têkoşîna hevbeş li dijî tundiyê kirin.
TJA’yê li Êlihê şahî li dar xist. Di şahiyê de çîrokên jiyana jinên hatine qetilkirin ku di nav wan de Gulistan Tara, Hero Bahaddîn û Nagîhan Akarsel jî hene, hatin vegotin.
Di şahiyê de dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Çalakvana TJA’yê Nurten Uzumcu diyar kir ku jin di şert û mercên ku her diçe dijwartir dibin de têdikoşin û anî ziman ku krîza aborî û zextên siyasî rê li ber tundiya ser jinan vedike.
Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ya Amedê li taxan serdana malan kirin. Di serdanan de jinan vexwend atolyeyên hevgirtinê yên li dijî tundiyê û têkildarî mekanîzmayên têkoşînê agahî dan.
Şaredariya Erxeniyê jî bi dirêşma “Soza me ya ji bo jiyanek bê tundî û jiyana azad bi dawî nebûye, em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bi jinan re civiya. Jinan pirsgirêkên dijîn û tecrubeyên xwe parve kirin û pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirin.