BI DÎMEN

Jinên ciwan li Frankfurtê li dijî tundiyê çalakî kirin

Jinên ciwan li Frankfurtê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJin) li dijî tundiya jinan çalakî lidarxistin. Jinan, jinên ku li seranserê cîhanê tundiyê dibînin bi bîr anîn û li dijî tundiya mêr-dewlet banga têkoşîna birêxistinkirî kirin.

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, jinên ciwan bi banga Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJin) li qada Rathenauplatzê li hev civiyan. Jinên ciwan, jinên ku li seranserê cîhanê tundiyê dibînin bi bîr anîn û tundiya li dijî jinan protesto kirin.

Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku tundiya li dijî Narîn Guran, Rojîn Kabaîş û Dîlan Aras, polîtîkayeke dewletê ye. Jinên ciwan diyarkirin ku jinan tenê bi rêxistinbûneke xurt dikarin ji tundiya mêr-dewletê re bibêjin bes e û dan zanîn ku ew li dijî tundiya heyî seferberiya rêxistinbûna berfireh dane destpêkirin.

Jinên ciwan di tevahiya çalakiyê de gelek danezanên li ser rehendên cuda ên tundiya li ser jinan belav kirin û banga mezinkirina têkoşînê kirin.