Li Borikê semînera têkoşîna jinê ya li dijî tundiyê

Yekîtîya Jinên Ciwan ên Şengalê li Borikê têkildarî tundiya mêr a li ser jinê semînerek lidar xist.

Di çarçoveya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê ‘Roja Têkoşîna tundiya li ser jinê’ de li seranserê Şengalê jî rêze çalakî û semîner tên lidarxistin. Li gelek gund û komelgehên Şengalê semîner ji bo jin, ciwan û mêran tê dayîn.

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê (YJCŞ) li Komelgeha Borikê têkildarî tundiya li ser jinê semînerek ji bo jin û ciwanan organîze kir. Semîner bi deqîqeyek rêzgirtin destpêkir. Endama Rêveberiya YCJŞ’ê Avesta Şengalî di semînerê de axivî.

Di semînerê de behsa ‘Têkoşîna Jinan li Seranserê Cîhanê’ û encamên wê hate kirin. Her wiha di semînerê de behsa rewşa jinan ya li Şengalê hate kirin.

Piştî guftugoyan têkildarî ‘Mafên jinan û têkoşîna li dijî desthilatdariya mêr’ sînevîzyonek hate nîşandan û semîner bi dawî bû.