BI DÎMEN

Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

Nûnerên Meclîsên NRW YJK-E’yê li kampa perwerde û nîqaşê ya sê rojan li Kolnê civiyan. Jinan li ser bingeha perspektîfa Aştî û Civaka Demokratîk, mijarên ku bandorê li ser jinan, berpirsyariyên civakî û rêxistinbûna komunal dikin, nîqaş kirin.

Nûnerên Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê ji bo kampeke perwerde û nîqaşê ya sê rojan kom bûn. Li kampê mijarên teorîk û pratîkî hat nîqaş kirin û çalakiyên hevpar ên civakî û çandî jî hatin lidar xistin.

Di nîqaşan de, hat destnîşan kirin ku rêxistina komunal li hember pergalên takekesî û bêserûber ên li Ewropayê, alternatîfek bihêz pêşkêş dike. Hate gotin ku jiyana komunal hevgirtinê xurt dike û bingehek girîng ji bo avakirina civakek demokratîk peyda dike.

Her wiha şêweyên nû yên têkoşînê li dijî zêdebûna tundiya li ser jinan û cudakariya zayendî ya li Ewropayê hatin nîqaşkirin. Asta azadiya jinan, rola jinan di guhertin û veguherîna mêran de û avakirina Civakek Aştîxwaz û Demokratîk a li ser bingeha nirxên komunal hatin nîqaşkirin.

Di nîqaşan de behsa girîngiya têgihîştina rast a berpirsiyariyên heyî li gorî perspektîfên Rêber Apo hat kirin. Hate gotin ku kampên perwerde û nîqaşê ji bo kûrkirina îdeolojîk û xurtkirina rêxistinê pir girîng in.

Jinan daxwaza xwe ya ji bo berdewamiya birêkûpêk a kampên perwerde û nîqaşê yên jinan anîn ziman.