JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin
Çeteleya tundiya mêran a meha Mijdarê ya ji aliyê JINNEWS’ê ve hate weşandin, rastiya tundiya li ser jin û zarokan a li Tirkiyeyê dubare radixe ber çavan.
Çeteleya tundiya mêran a meha Mijdarê ya ji aliyê JINNEWS’ê ve hate weşandin, rastiya tundiya li ser jin û zarokan a li Tirkiyeyê dubare radixe ber çavan.
Li gorî raporê 23 jin û 3 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin; 8 jin û 3 zarok jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
Dane nîşan didin ku piraniya jinan ji aliyê naskiriyên xwe yên nêz ve hatine qetilkirin. Ji jinên hatine qetilkirin:
- 8 ji aliyê hevjînên xwe ve
- 2 ji aliyê hevjînên xwe yên jihevberdane
- 1 ji aliyê mêrê ku serdema jihevberdanê ve
- 2 ji aliyê mêrên ku jihevberdane
- 1 ji aliyê mêrê ku bi hev re dijî
- 3 ji aliyê naskîrî\ hevalê xwe ve
- 1 ji aliyê cînarê xwe ve
- 1 ji aliyê bavê xwe ve
- 1 ji aliyê kurê xwe ve
- 1 jî ji aliyê zavayê xwe ve hatine qetilkirin.
Her wiha jinek ji aliyê kesên ku nasnameya wan nehatiye tespîtkirin ve û jinek jî ji aliyê mêrekî ku nêzîkatiya wan nehatiye tespîtkirin ve hatine qetilkirin.
Di meha Mijdarê de qetilkirina jinan belav bûye gelek bajaran. Ev bajar û hejmara jinên ku lê hatine qetilkirin ev in:
Stenbol (4), Bûrsa (2), Erzirom (1), Aksaray (1), Kırklarelî (1), Edîrne (1), Îzmîr (2), Amed (1), Qers (1), Kayserî (3), Antalya (1), Dîlok (1), Enqere (1), Bîlecîk (1), Mersîn (1), Xarpêt (1).