BI DÎMEN

Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

Kongra Star li Qamişlo û Girkê Legê mîtîng lidar xist. Kongra Star banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

Kongra Star li nêzîkî Stadyuma 12’ê Adarê ya li Qamişloyê bi dirûşma "Bi îradeya jinên berxwedêr, em şoreş û hebûna xwe diparêzin" mîtîngek lidar xist. Mîtîng ji bo piştgiriya meşa jinan a navneteweyî bi dirûşma "Jin Rojava diparêzin" hat lidarxistin.

Jinên ji bajarên Qamişlo, Amûdê, Dirbêsiyê û Tirbespiyê, li gel nûnerên sazî û rêxistinên sivîl, beşdarî mîtîngê bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û berxwedana qehremanî û berdewam a Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) a li dijî dagirkerî, qirkirin û zordariyê silav kir.

Rîhan Loqo bang li hemû jinan û dostên gelê Kurd kir ku derkevin kolanan û destkeftiyên şoreşê biparêzin. Mîtîng bi dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

Kongra Star li bajarê Girkê Legê jî mîtîngek li dar xist. Jinên ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa beşdarî mîtînga ku li bazara navendî hat lidarxistin bûn.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Emîna Omer got kir ku şoreşa jinan li Rojava ji bo jinan cihê serbilindiyê ye. Emîna Omer bal kişand ser girîngiya berdewamiya piştgirî û parastina vê şoreşê.

Emîma Umer her wiha da zanîn ku yekitî û îradeya gelê Kurd li dijî van êrişan bûye metala xweparstinê û şoreşa jinan dê bibe çavkaniya hêzê û kes dê nikaribe îradeya jinan bişikîne.

Mîtîng bi qîrkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

KANTONA FIRATÊ

Meclisa Kongra Star a kantona Firatê li ser êrişên medyayî yên bi armanca derxistina fitneyan di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de daxuyaniyek da. Daxuyanî li Qada Jina Azad a bajarê Kobanê ji aliyê endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Luceyîn Salim ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev der Kobanê ye, ne Xeza ye. Li vir îradeya gel rêxistina herî terorîst a ku cîhan tirsandibû, şikand. Ev îrade û hêz herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên Kurd û Ereban rizgar kirin. Lê mixabin hin medya û komên girêdayî hikumeta nû û hin aliyên ser bi eşîrên Ereban ve provokasyonên aşkera li dijî Kurdan dikin. Kanî wijdan? Gelo wê jî bîr kiriye ku Kurd û Ereb xwişk û birayên hev in? gelo we têkiliyên hezaran salan ên li ser hezkirin û xwişk û biratiyê jî bîr kiriye? Dema ku QSD’ê ava bû, ev tevkarî bi hêztir bû û stratejîktir bû, nemaze di qadên şer de xwîn Ereb û Kurdan bû yek."

Di daxuyaniyê de îşaret bi vê yekê hat kirin ku medyaya provokatîf, di nav de yên ji aliyê rojnamevanên navdar ve tê kirin beşdarî gurkirina nefretê û handana kuştina Kurdan, bi taybetî şervanên jin, siyasetmedar û çalakvanan dibin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di dema ku jinên Reqa, Dêrazor û Minbicê ji ber terora DAIŞ’ê êş dikişandin, bi pêşengiya jinên Kurd çeteyên DAIŞ'ê li herêmê têk çûn. Îro em gefên jêkirina keziyên şervanên jin û bêrêziya li bedena wan, dîmenên avêtina cenazeyên jinan ji qatên jorîn dibînin. Ev yek binpêkirineke aşkera ya hemû nirxên mirovî û olî ye.”

Di daxuyaniyê de bang li raya giştî, rêxistinên mafên mirovan, hiqûqnas û siyasetmedaran hat kirin ku li ber provokasyonên li dijî gelê Kurd û jinan bigirin û hate gotin: “Keziyên jinên Kurd ji fitne û provokasyonan bihêztir in. Jinan bi keziyên xwe dîroka serkeftinê nîvisandin.”