Nûnera Filîstîniyan a li diasporê Leyla Şehîd jiyana xwe ji dest da

Nûnera berê ya Filîstîniyan a li Fransa û Yekîtiya Ewropayê Leyla Şehîd, di 76 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.

Xwişka Leyla Zeina Şehîd ji AFP’ê re axivî û wefata xwişka xwe piştrast kir. Heman agahî ji aliyê rojnameya Le Monde ve jî hate parvekirin.

Çavkaniyek nêzîkî lêpirsînê, ragihand ku cenaze li mala wê ya li gundê Leque ya girêdayî şaredariya Lussan a bajarê Gard a Fransa hatiye dîtin. Çavkanî dibêje ‘li gorî encamên destpêkê nîşan didin ku xwekuştin hatiye kirin’, lê lêpirsînek ji bo diyarkirina sedema rastîn hatiye destpêkirin.

DENGÊ FILÎSTÎNIYAN LI EWROPAYÊ

Leyla Şehîd, ku di sala 1949’an de li Lubnanê ji dayik bû, bû yek ji kesayetên herî navdar ên doza Filistînê li Ewropayê. Wê ji sala 1994’an heta 2005’an wekî nûnera Rêveberiya Filistînê li Fransayê xebitî. Piştre jî li Yekîtiya Ewropayê li Brukselê nûnertiya Filistînê kir.

Leyla Şehîd, di sala 1989’an de nûnertiya Rêxistina Rizgariya Filistînê (FKO) li Îrlanda û Hollandayê kir. Ew yekem dîplomata jin bû ku nûnertiya FKO’yê li derveyî welêt kir.

SEKNA WÊ YA SIYASÎ

Leyla Şehîd, xwendina xwe ya navîn li Lubnanê temam kir û li Zanîngeha Emerîkî ya Beyrûtê beşa antropolojî xwend.

Leyla Şehîd, di hevpeyvînekê de bi rojnameya L'Humanité re diyar kiribû ku ew êrîşên Îsraîlê yên di 7’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî sivîlan şermezar dike.

Di sala 2019’an de jî, wê di bernameya TV5Monde de, diyar kir ku bandorên Bihara Ereban hîn jî berdewam in. Wê Quds wekî bajarê aştiyê ji bo hemû baweriyan bi nav kir.

Bi salan Leyla Şehîd wekî rûyê dîplomatîk ê Filistînê li Ewropayê xebitî û her banga diyalog û aştiyê kiribû.