Rapora binpêkirinên mafên jinan ên li Rihayê

Rapora Binpêkirinên Mafên Jinan a ji aliyê Baroya Rihayê û Komeleya Xwegihandina Mafê Darizandina Adil ve hatiye amadekirin, tundiya li ser jinan a li bajêr radixe ber çavan.

Li gorî rapora ku di çarçoveya projeya ku hevkariya li gel Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê de li gorî dîrokên di navbera 1’ê Çileya 2024’an û 12’ê Kanûna 2025’an de hatiye amadekirin, li bajarê Rihayê di vê serdemê de;

-12 jin hatine qetilkirin,

-187 jin li rastî tundiyê hatine,

-36 jin li rastî tacîza zayendî hatine,

-24 jin jî li rastî êrîşa zayendî hatine.

- Her wiha 16 jinan jî hewl dane xwe bikujin.

Di raporê de hate diyarkirin ku piraniya tundiya li ser jinan ji aliyê kesên ji malbatê û têkiliyên nêzîk ve hatine kirin.

Li gorî daneyan;

-Di sala 2024’an de 97,

-Di sala 2025’an jî 90 bûyerên tundiyê li ser jinan hatine tespîtkirin.

- Di heman serdemê de 36 bûyerên taciza zayendî û 24 êrîşên zayendî çêbûne.

Raporê diyar kir ku ji bilî 12 jinên ku di navbera salên 2024-2025’an de hatine qetilkirin, 2 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.