Kongra Star qetilkirina Yenar Mihemed şermezar kir

Kongra Star qetilkirina çalakvan û Seroka Rêxistina Azadiya Jinan Yenar Mihemed şermezar kir û daxwaza lêpirsîna lez û hesabxwestinê ji sûcdaran kir.

Kongra Star bi daxuyaniyekê nivîskî qetilkirina çalakvana mafên mirovan û Seroka Rêxistina Azadiya Jinan a Iraqê Yenar Mihemed şermezar kir.

Kongrayê ev bûyer bi hedefgirtina rasterast li dijî vîna jina azad û dengê parêzvanên mafên mirovan bi nav kir.

Di daxuyaniyê de kongrayê da zanîn ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî çalakvan û pêşengên mafên mirovan de pêk tê.

Kongrayê bang li desthilatên Iraqê kir ku berpirsiyariyên xwe yên qanûnî û ewleh rakin, lêpirsîneke lez û şefaf vekin.

Kongrayê bal kişand ser pêwîstiya peydakirina jîngeheke ewle ji parêzvanên mafên mirovan re.

Di dawiyê de Kongra Star piştgiriya xwe bi malbata çalakvan û hevrêyên wê yên kar re nîşan da.