Li gelek bajaran jinan giliyê Rahmî Koç kirin

Li gelek bajaran jinan ji ber gotinên nîjadperest û zayendîperest ên Rahmî Koç serî li dozeriyê dan. Rêxistinên hiqûqê û Dayikên Aştiyê li dijî van gotinên cudakar doz vekirin.

ÎZMÎR:Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Koma Parêzerên Hemdem, Hiqûqnasên ji bo Edaletê û Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê li pêşberî Edliyeya Bayrakliyê ya Îzmîrê derbarê gotinên Rahmî Koç de daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin cihêkarî, zayendperestî û nîjadperestiyê” hat vekirin û dirûşmeyên weke, “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên maf û hiqûqê û gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Fatma Demîrer, anî ziman ku gotinên Rahmî Koç pîvan û qalibên tewş ên ku nasnameya Kurd piçûk dixin û Kurdan wekî civakeke kêm-zanîn nîşan didin, ji nû ve hildiberîne û got: “Gelê Kurd yek ji gelên qedîm û avaker ên vê erdnîgariyê ne. Tevî vê yekê jî bi salan bi polîtîkayên dervehiştinê re rû bi rû maye. Îro jî ev nêzîkatiyên cihêkar bi şêwazên cuda berdewam dikin. Jinên Kurd encamên herî giran ên vê pergala zilmê ya piralî jiyane; hem ji ber ku jin in bi serdestiya baviksalarî re, hem jî ji ber nasnameya xwe ya neteweyî bi cihêkariya etnîkî re rû bi rû mane. Tevî vê yekê jî, jinên Kurd bûne kirdeya herî bi hêz a têkoşîna azadî û demokrasiyê; tevgera jinê di asta navneteweyî de ezmûneke mezin ava kiriye.”

Fatma Demîrer, bang li dozgeriyê kir ku lêpirsîneke bi bandor, bêalî û berfireh bide destpêkirin.

MÊRDÎN: Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Azad a Mêrdîn û Dayikên Aştiyê jî li ber dadgehê daxuyanî dan û derbarê Rehmî Koç de gilî kirin.

Sekreterê Şaxê Seher Acay, diyar kir ku ew li bendê ne ku derbarê bûyerên qewimîn de lêpirsîneke adil û bi bandor bê kirin. Dayika Aştiyê Turkan Durç jî diyar kir ku zimanê ku tê bikaranîn bêhurmetiya li dijî jinan û nasnameya Kurd vedihewîne.