ÎHD’ê li gelek bajaran ji bo girtiya di greva birçîbûnê de banga lezgîn kir

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), diyar kir ku Seda Baykan a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin, ji 1’ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ye, rewşa wê ya tenduristiyê giran bûye û got, “Em bang li berpirsyaran dikin ku sepanên tecrîdê bi dawî bikin û

Têkildarî girtiya siyasî Seda Baykan a ku li Girtîgeha Jinan a Amedê tê girtin û ji 1’ê Nîsanê û vir ve di greva birçîbûnê de ye Komeleya Mafê Mirovan a Amed, Êlih, Agirî, Îzmîr, Colemêrg, Enqere û Stenbolê bi awayekî hemwext civîna çapemeniyê lidar xistin.

ÎHD, ragihand ku Seda Baykan ji 1’ê Nîsanê û vir ve ji bo ku sewqî girtîgehek nêzî malbata xwe û bidawîkirina binpêkirinên mafan di greva birçîbûnê de ye.

Komeleyê, diyar kir ku Seda Baykan nêzîkî çar salan e di hucreyê de tê girtin û hat gotin ku di dema greva birçîbûnê de 12 kîlo daye û pirsgirêkên tenduristiyê jî derketine holê.

ÎHD’ê, daxwaz kir ku tecrîd were bidawîkirin, kontrolên tenduristiyê yên rêkûpêk werin kirin û daxwaza wê ya sewqê bi lez were pêkanîn.