Kovara Pêşeng dest bi weşana bi zimanê Elmanî kir

Kovara Pêşeng ku di 1’ê Gulanê de dest bi weşanê kir, piştî hejmarên Kurdî û Tirkî, hejmara xwe ya Elmanî jî weşand. Kovar bi naverokên xwe yên ji bo ciwanên li Ewropayê dijîn, dihîge xwîneran.

Piştî weşanên Kurdî û Tirkî, hejmara Elmanî ya Kovara Pêşeng hate weşandin. Kovar îro li ser Roj Media gihîşt xwîneran.

Di hejmara Elmanî ya kovara ku bi şîara, “Dengê Ciwan û Têkoşînê” dest bi weşanê kir de, naverok nirxandinên cuda ên têkildarî pirsgirkên civakî û siyasî yên ciwanên Kurd û enternasyonalîst cih digrin.

Di daxuyaniya ji aliyê Kolektîfa Kovara Pêşeng ve hat kirin de, hate diyarkirin ku pêvajoya amadekarî û weşanê ya kovarê bi keda hevpar a ciwanên ji nasnameyên cuda tê meşandin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku perspektîfa piştevanî û têkoşîna hevpar di xeta weşanê ya kovarê de xuya dibe.

Kolektîfê li dijî netewperestî û kirîzên kûrewî yên zêde dibin, bal kişand ser girîngiya piştevaniya enternasyonal û anî ziman ku ew armanc dikin ku bi rêya kovarê di navbera ciwanan de çanda têkoşîna hevpar û çanda piştevaniyê pêş bixin.

Hate ragihandin ku xwîner dikarin li ser malpera înternê ya Roj Media xwe bigihînin hejmara Elmanî ya Kovara Pêşeng û nûbûnên têkildarî kovarê jî dikarin li ser hesabên medya dijîtal bişopînin.