SIPRI'yê hişyarî da: Rîska nukleerê zêde dibe

Li gorî rapora dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), li cîhanê hejmara serikên nukleerê kêm bûye, lê xeteriya nukleerê mezin dibe.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), ku navenda wê li Stockholmê ye, li ser rîska nukleerî ya li cîhanê ku zêde bûye, hişyarî da.

Li gorî nirxandina salane ya SIPRI, li welatên xwedî çeka nukleerî bi giştî derdora 12 hezar û 187 serikên nukleerê hene. Ji van 9 hezar û 745 jî li stokên leşkerî têne hiştin ku ji bo bikaranînê amade bin.

Li gel ku hejmara serikên nukleerê li gorî par hinekî kêm bûbe jî pispor dibêjin, ev rewş dikare xapînok be. Leza jihevxistina serikên şer ên berê ji ber ku ji bicihkirina serikên nû zêdetir e, hejmara giştî ya serikên nukleerî kêm bû.

DIBE KU JINÛVE ZÊDE BIBE

Dîrektorê SIPRI Karim Haggag anî ziman ku li gel kêmbûna hejmara çekên nukleerî asta rîskê bilind e.

Haggag got, "Agahiya herî zêde dibe cihê fikaran ew e ku li gel kêmbûna hejmara serikên çekên nukleerî, asta rîsk û xeteriya nukleerê zêde dibe."

Li gorî enstîtuyê, di salên pêş de dibe ku meyla heyî berevajî bibe û hejmara serikên nukleerê jinûve zêde bibe. Li gorî raporê, sedema vê yekê jî ew e ku leza îmhakirina çekên berê lawaz bibe û leza çekên nukleerî yên nû zêde bibe.

FIKARÊN HEVRIKIYÊ

Di raporê de hate ragihandin ku ji aliyê kontrola çekên stratejîk ve mekanîzmayên navneteweyî lawaz bûne.

Bi taybetî hae ragihandin ku têkbirina peymanên li ser bisînorkirina çekên nukleerê û kûrbûna hevrikiya jeopolîtîk a navbera hêzên nukleerê ji aliyê ewlehiya global ve rîskên nû bi xwe re tîne.

HÎN BÊHTIR ÇEKÊN NUKLEERÎ KETIN REWŞA OPERASYONIYÊ

Yek ji rewşên balkêş ku SIPRI işaret pê kir ew e ku çekên nukleerê ji depoyan hatin derxistin û li nava sîstemên operasyoniyê hatin bicihkirin.

Karim Haggag diyar kir ku dewletên xwedî çekên nukleerê, hîn bêhtir serikên nukleerê li fuze û sîstemên din ên operasyoniyê bi cih kirine û got, "Em dibînin ku hejmara çekên nukleerê yên hatine bicihkirin zêde bûye."

Ev rewş jî weke yek ji wan faktoran tê dîtin ku di krîzeke gengaz de rîska bikaranîna çekên nukleerî zêde dike.

DYE Û RÛSYA HÊZÊN SEREKE YÊN NUKLEERÊ NE

Li gorî raporê, ji sedî 83 ê cebilxaneya nukleerê ya li seranserê cîhanê di destê du welatan de ye.

Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Rûsya, her yek ji wan xwedî zêdeyî 5 hezar serikên nukleerê ne.

Pispor hişyariyê didin ku li gorî bernameyên nûkirinê yên heyî û rageşiyên navneteweyî, di dema pêş de dibe ku hevrikiya biçekbûna nukleerê jinûve zêde bibe.