Li peravên Fîlîpînê erdheja bi pileya 7.8 pêk hat: Li Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê

Li başûrê Girava Mindanao ya Fîlîpînê erdheja bi pileya 7.8 pêk hat. Li seranserê Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm kesek miriye û 4 kes jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku li herêma Mindanao ya li başûrê Filîpînê erdhejek bi pileya 7.8’an pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (USGS), 26 kîlometre li başûrê rojavayê navçeya Kablalan a li herêma Soccsksargen ya ser bi parêzgeha Sarangani, erdhejek bi pileya 7.8’an hat qeydkirin. USGS’ê ragihand ku erdhej 55.2 kêlometre di binê erdê de pêk hatiye.

Polîsê Fîlîpînê, ragihand ku hin avahiyên li komgiravê ji ber erdhejê hilweşiyan. Li gorî agahiyên destpêkê, kesek mir û 4 kes birîndar bûn.

Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê (PTWC), hişyariyek da ku "dibe ku pêlên tsunamî di nav sê saetên pêş de li peravên Fîlîpîn, Endonezya, Tayvan û Japonya çêbibin." Piştî hişyariyê, li deverên peravê amadekariyên valakirinê hatin destpêkirin.

LI ENDONEZYAYÊ HIN DEVER HATIN VALAKIRIN

Ajansa Meteoroloji, Klîmatolojî û Jeofîzîkî ya Endonezyayê (BMKG), ragihand ku hişyariya tsunamiyê bi qasî çar saet û nîv piştî ragihandina wê hate rakirin.

Di dema hişyariyê de, Ajansa Rêveberiya Karesatê ya Neteweyî daxwaz ji niştecihên li paytexta Sulawesi Bakur Manado û her wiha li bakurê parêzgeha Gorontalo û Giravên Sangihe kiribû ku derbasî cihên bilind bibin. Manado nêzîkî hezar 700 kîlometreyan li başûrê navenda erdhejê ye.