BI DÎMEN

Roja duyemîn a Civata Giştî ya KNK'ê: Rojev 'Konferansa Neteweyî' ye

Roja duyemîn a civîna Civata Giştî ya KNK'ê bi nîqaşên li ser mijara "Konferansa Neteweyî" destpê kir. Di civînê de li hemberî ferzkirina Lozaneke duyemîn û gefên herêmî yên li ser gelê Kurd işaret bi girîngiya "Biryardariya yekîtiyê" hate kirin.

Roja duyemîn a Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi nîqaşa bi sernavê "Konferansa Neteweyî" destpê kir. Piştî daxuyaniya dîwanê ya li ser armanca civînê, delegeyan bi dorê mafê axaftinê wergirtin û ji bo karê li ser lidarxistina konferansa neteweyî pêşniyar kirin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û endamê KNK'ê Zubeyîr Aydar li civînê axivî û anî ziman ku di çarçoveya protestoyên salvegera Peymana Lozanê de ya ku parçekirina Kurdistanê erê kir, wê li bajarê Lozanê çalakî û panelek bê lidarxistin.

Aydar ragihand ku nîqaşên li vê panelê ji rabirdûyê wêdetir wê li ser sedsala li pêşiya Kurdan be û got, "Nîqaşên çalakî û panela li Lozanê wê bi giranî li ser yekîtiya neteweyî û karên divê ji bo paşeroja bê werin kirin, be."

DIVÊ KONSENSUS Û ZEXTEKE DI SER PARTIYAN RE BÊ AFIRANDIN

Zubeyîr Aydar diyar kir ku karên yekîtiya neteweyî yên di civîna civata giştî ya KNK'ê de hate bilêvkirin, di rojeva wan hemûyan de ye, karê sereke ye û got, "Ji bo pêkhatina vê yekîtiyê her kesên li vê derê, mêvan, nûnerên saziyan, rewşenbîr û kesayet hemû divê zextê li partiyên Kurd bikin. Divê konsensusek û zexteke raya giştî ya di ser partiyan re bê afirandin. Ev zext dibe ku hemû partiyan li nuqteyeke hevpar bigihîne hev û yekîtiyeke neteweyî ava bike. Ji ber ku dijminên gelê Kurd îro jî dixwazin Lozaneke duyemîn bînin serê Kurdan. Rewş gelekî cidî ye, ti garantî nîne ku bûyerên li Rojava qewimîn li Başûr jî neqewimin. Ji xwe xeteriyên li ser wê derê jî têne zanîn. Ji ber vê yekê kîjan partî dibe bila bibe, divê em hemû zextan li partiyan bikin. Ev zext wê zexta yekîtiya neteweyî li wan bike. KNK ji xwe bi vê armancê ava bû û karên xwe jî li ser vê bingehê dimeşîne. Îro li vê derê wê ji bo konferansa neteweyî biryarek bê dayin û komîsyonek bê avakirin."

'HER KU PÊVAJOYA YEKÎTIYÊ BI PÊŞ VE BIÇE, WÊ BANDORÊ LI HEMÛ PARTIYAN BIKE'

Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku her ku pêvajoya yekîtiyê bi pêş ve biçe, wê bandorê li hemû partiyan û saziyên Kurd bike û got, "Ji ber vê yekê, ji bo avakirina yekîtiya neteweyî ku du roj in em li vê derê nîqaş dikin û li ser disekinin, divê em zexteke xurt li partiyên Kurd bikin. Gaveke bi vî rengî wê destketiyên li Rojava mayinde bike û gefên li ser Başûr beralî bike, her wiha wê bandoreke erênî li pêvajoya li Bakur bike. Li Rojhilat jî wê rûpeleke nû bê vekirin. Em dikarin van gefên li ser gelê xwe bi siyaeteke hevpar û yekîtiyê beralî bikin."

Piştî axaftina Aydar, peyama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk a ji bo Civata Giştî ya KNK'ê hate xwendin.

'DEM DEMA YEKÎTIYÊ YE'

Di peyama Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de hate gotin, "Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê beriya 27 salan ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bi rê ket. KNK'ê dengê Ehmedî Xanî yê beriya bi sedan salî bihîst û bi karên xwe yên bêhempa hêviya yekîtiyê ya gelê me mezin kir. KNK di navbera çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê de bû weke pira yekîtiyê û di afirandina dîplomasiya navxweyî de bi roleke girîng rabû."

Înîsiyatîfê diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo ji bo paşerojeke nû gelekî girîng e û got, "Azadiya Birêz Ocalan û daxwazên wî ne tenê ji bo pêvajoya heyî, di heman demê de ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd jî weke xeta sor derdikeve pêş. Ji ber vê jî eger em karibin li Kurdistanê yekîtiyeke neteweyî ya berfireh ava bikin, bêguman ev yek wê destê Birêz Ocalan hîn xurtir bike û cîhan tev wê baştir fêhm bike ku gelê Kurd li herêma xwe aktorekî mezin e û nikare tine bê hesibandin."

Înîsiyatîfê destnîşan kir ku dem dema yekîtiyê ye û ragihand ku ew xwedî li mîrateya KNK'ê derdikevin û wê heta dawiyê xwedî li vê mîrateya pîroz derkevin.