Li Sûriyeyê di nava rojekê de 7 kes mirin
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava rojekê de 7 kes mirin ku yek ji wan zarok bû.
Li herêmên cuda yên Sûriyeyê di nava rojekê de 7 kes mirin ku yek ji wan zarok bû.
Li gorî daneyên ajansa ANHA'yê 7'ê Hezîrana 2026'an li Sûriyeyê 7 kes hatin kuştin.
Li bajarokê Xetabê yê li rojavayê Hemayê kesek di êrişa çekdarî ya çekdarên nenas de hat kuştin. Hate ragihandin ku li herêma Çiyayê Erbiîn a Idlibê zarokek ji ber teqîna mayînekê jiyana xwe ji dest da.
Her wiha hate zanîn ku ciwanek ji xelkê gundê Barûha yê herêma Til Kelex a Humsê di girtîgeheke hikumeta demkî de jiyana xwe ji dest da. Lê agahiyên zêdetir nehatin parvekirin.
Li gundê Şuheyb ê Hemayê çekdarên nenas ku li motorsîklêtê siwar bûbûn, 2 êrişên çekdarî pêk anîn. Di encama her du êrişan de 2 ciwan hatin kuştin. Li gundê Til Sikîn jî di êrişa çekdarên nenas de 2 ciwanên din hatin kuştin.