Mélenchon bi deh hezaran kesî dest bi kampanya serokkomariyê kir

Li Fransayê, yek ji kesayetên sereke yên çepgiriyê Jean-Luc Mélenchon ji bo kampanya hilbijartinê ya serokkomariyê ya 2027'an li Saint-Denisê ya li nêzî Parîsê mîtîngek mezin lidar xist.

Lîderê tevgera çep a radîkal La France insoumise (LFI) Jean-Luc Mélenchon li Qada Victor Hugo ya li Saint Denisê ji hezaran alîgirê xwe re axivî ku piraniya şêniyên herêmê ji koçberan pêk tê.

Li gorî amadekaran nêzî 26 hezar kes tevlî mîtîngê bûn. Mélenchon bi qasî saetekê ji alîgirên xwe re axivî û qala sernavên bingehîn ên kampanya xwe ya hilbijartinê kir.

Mélenchon di axaftina xwe de piştgirî da gelên Ukrayna, Kongo, Kuba, Îran, Lubnan û Fîlîstînê û bal kişand ser trajediya gelê Fîlîstînê.

Mélenchon rexne li rastgiriya tund kir û anî ziman ku Rassemblement National a rastgiriya tund a li Fransayê civakê li ser nasnameyên olî û etnîkî parçe dike.

Mélenchon bang li hilbijêrên çep kir ku ji tûra destpêkê û pê ve li dora namzetiya wî bicivin.

Mélenchon di axaftina xwe de tim û tim têgeha "Fransaya Nû" bi kar anî.

Jean-Luc Mélenchon di dawiya mîtîngê de peyama "Serketin pêkan e" da û anî ziman ku wê kampanyaya xwe di mehên bê de li seranserê Fransayê dewam bike.