Li Hesekê 992 donim zeviyê çandiniyê şewitî
Navenda Arkujiyê ya Hesekê li ser şewata navbera 24'ê Gulanê û 8'ê Hezîrana 2026'an raporek weşand.
Navenda Arkujiyê ya Hesekê li ser şewata navbera 24'ê Gulanê û 8'ê Hezîrana 2026'an raporek weşand.
Navenda Agirkujiyê ya Hesekê daneyên têkildarî şewatên ku ji 24‘ê Gulanê heya 8 Hezîrana 2026'an çêbûne parve kirin.
Li gorî daneyan, ji 24‘ê Gulanê heya 8‘ê Hezîranê 66 şewat çêbûn û ev agahî parve kirin:
- Li zeviyên genim 7 şewat çêbûne û derdora 78 donim şewitiye.
- Li zeviyên ceh 6 şewat çêbûne û 914 donim şewitiye.
- 8 şewatên firazan çêbûn û nêzî 185 donim şewitiye.
Li gorî daneyên navendê, ekîbên rewşên awarte û agirkujiyê ji bilî daneyên li jor 34 şewatên giyayan, 3 xal û konekî, 5 sergor û patozekê jî vemirandin.
Hate destnîşankirin ku piraniya şewatan ji ber çirûskên patozan an jî pirsgirêkên ceyranê çêbûne.