Stranbêjê navdar ê Fransî di lêpirsîna destdirêjiyê de hat binçavkirin

Stranbêj û lîstikvanê navdar ê Fransî Patrick Bruel, di encama lêpirsîna destdirêjiya zayendî de hat binçavkirin. Dozgerî, da zanîn ku di vê qonaxê de 13 mexdûr di dosyayê de cih digirin. Stranbêj tohmeta li hember xwe tev red dike.

Dozgerê Natterreyê, ragihand ku di encama lêpirsîna destdirêjiya zayendî de  Patrick Bruel sibeha Duşemê hat binçavkirin.

Dozgerî da zanîn ku heta niha 13 mexdûr di dosyayê de cih digirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 3 jin, Bruel bi destdirêjiya zayendî, hewldana tecawizê û tacîzê tawanbar dikin. Jin îdîa dikin ev bûyer di navbera salên 1997 û 2001’an de pêk hatiye.

Li Fransa û Belçîkayê gelek lêpirsîn li dijî hunermend didomin. Nêzîkî 10 gilî ji rayedaran re hatine kirin.

Bruel hemû tohmetan red dike. Parêzerên wî diyar kirin ku ew bi lêpirsînê re hevkariyê dikin û dê agahdarî û belgeyan ji bo îspatkirina bêgunehiya wî pêşkêş bikin.

Ji ber lêpirsînên berdewam û zexta raya giştî, Bruel piraniya gera xwe ya plankirî betal kiriye û ji xebatên xwe yên bi koma Les Enfoirés re vekişiyaye.