Hûsiyan fuze avêtin Îsraîlê û qedexe danîn ser 'trafîka deryayî'

Hûsiyên li Yemenê yên ku piştgiriyê ji Îranê dibînin, ragihandin ku êrişeke nû ya fuzeyan birine ser Îsraîlê. Hûsiyan her wiha diyar kirin ku li Derya Sor qedexe danîne ser trafîka deryayî ya Îsraîlê.

Tevgera Hûsiyan ku beşeke mezin a Yemenê kontrol dike, ragihand ku roja Duşemê êrişeke fuzeyan biriye ser Îsraîlê.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yahya Saree daxuyanî da û got, "Li hemberî hedefên hesas ên Îsraîl a dijmin, êrişeke bi fuzeyan hate kirin."

Artêşa Îsraîlê jî beriya niha di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku êrişeke bi fuzeyan ji Yemenê ber bi Îsraîlê ve hatiye kirin.

LI DERYA SOR QEDEXEYA LI SER KEŞTIYÊN ÎSRAÎLÊ

Hûsiyan li gel operasyona leşkerî her wiha diyar kirin ku li Derya Sor "qedexeya tam" danîne ser trafîka deryayî ya Îsraîlê.