BI DÎMEN

'Divê demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin'

Beriya civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî, daxwaz kirin ku ‘Mafê Hêviyê’ ji Rêber Apo re were naskirin û azadiya wî ya fîzîkê bê misogerkirin.

Wê di navbera 9-10-11’ê Hezîranê de civîna Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê li ser mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were lidarxistin. Têkildarî vê mijarê û naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji ajansa me ANF’ê re axivîn.

‘EM NEÇARÎ AŞTIYÊ NE’ 

Dayîka Teybet Mijînî diyar kir ku gelek caran civîn, konfirans û kongre ji bo naskirina mafê hêviyê ji bo Rêber Apo hatine li darxistin û wiha got: “Wê Konseya Ewropayê civînekê li ser mafê hêviyê ji bo Rêber Apo lidar bixe. Ev ne civîna yekemîne ku wê ji bo mafê hêviyê bê lidarxistin. Lê niha rewş gelek cudaye ji ber ku pêvajoyek nû hatiye destpê kirin, ji bo ku Rêber Apo ji pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk  re bibe bersiv, pêwîste bi fîzîkî azad bibe.

Mafê her girtiyek bi taybetî ji yê Rêbertî heye ku jê re mafê hêviyê were naskirin. Ev pêvajo ne ji bo gelê Kurd tenê, ji bo tevahî gelên bindest girînge. Divê dewletên ji derv zoriyê bide dewleta Tirk ku mafê hêviyê ji bo Rêbertî nas bike. Em neçarî aştiyê ne. Rêbertî jî tişta pêwîste ji bo vê pêvajoyê dike. Ji bo ev pêvajo bigihe serkeftinê divê Rêbertî ji derve yekser bi pêvajoyê re mijûl bibe. Di Rojhilata Navîn de pêdivî bi aştî, xwişk-biratî û aramiyekê heye. Li ser projeya xwişk-biratiya gelan, divê gelên bindest hin zêdetir destê Rêbertî xurtir bikin.”

‘MAFÊ HÊVIYÊ KIRIN MIJAREK A BAZIRGANIYÊ’

Her wiha mamosta Husên Hilalî jî destnîşa kir ku ev 27 sal in Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dîlgirtin û wiha pêde çû: “Rêber Apo pêşengek ê mirovahiyê ye. Dewleta Tirk û hêzên navnetewî bi komployekê Rêber Apo dîlgirtin. Pêwîste îro ne Rêber Apo sîstema ku berê Rêber Apo dayî vê têkoşînê were dadgeh kirin. Ev 27 sal in ji hemû aliyan ve êrîşek û êşkenceyek mezin li ser Rêber Apo tê ferz kirin. Biryarek ya Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ye ku girtiyên heta heta 25 salên girtina xwe carek din rewşa wan tê destgirtin û tê dadgeh kirin. Dewleta Tirk jî ev biryarên Dadgeha Mafê Mirovan wek rêgez qebûl kiriye. Lê mixabin îro ew mafê hêviyê ji bo Rêber Apo nayê ci bi cih kirin. Gelek caran Dadgeha Mafê Mirovan ji bo gelek kesan vî mafî bi cih dikin. Lê niha tê dîtin ku dewletên Konseya Ewropayê ev mijar kirine, mijarek ê bazirganiyê û li gorî berjewendiyê xwe bikar tînin. Car caran ji bo gefan li dewleta Tirk bixwin dixin rojevê. Weke din ti tiştek pêwîste nayê kirin.”

Hilalî anî ziman ku Rêber Apo ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û Tirkiyê were pêkanîn rolek gelek girîng dileyîze û wiha domand, “Kesên wisa divê derfetên ku bikaribin li ser vê armaca xwe kar bike jê re were naskirin. Ji bo serkeftina pêvajoya hatî destpê kirin pêwîste demildest mafê hêviyê ji bo Rêber Apo were naskirin.”