BI DÎMEN

Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê bi beşdariya bi deh hezaran kesî veguherî kombûnekê ku banga ji bo aştî û demokrasiyê lê hate kirin.

Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê ku yek ji festîvalên herî mezin ên Elewiyan ên li Ewropayê ye, îsal cara 14'emîn hate lidarxistin. Festîval bi dirûşma "Bila kevokên aştiyê li cîhanê bifirin" li navenda Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê (BAF) a li Londonê pêk hat. Naveroka esaî ya festîvalê jî aştî bû. Bi deh hezaran kes qada festîvalê dagirtin. Festîvalê bi vêxistina çirayan ji aliyê pîr û dayikan ve destpê kir ku daxwaza aştî, edalet û azadiyê hate kirin. Her wiha komên semayê hên ser bi Cemxaneyê li ber çira û gulbangan semah gerandin. Aşiqan jî bi tembûr û stranên xwe tevlî coşa bi deh hezaran kesî bû.

Piştre zêdeyî 200 zarokên ser bi Navenda Çanda Elewyan a Enfieldê bi tembûra xwe hunera xwe nîşan dan. Jin jî li ber hunera zarokên Elewî semah gerandin.

Komên govendê yên rêxistinên Elewiyan û Kiskisraklilaran derketin ser dikê û performansên folklorîk ên cuda yên ji erdnîgariya Kurdan nîşan dan.

Standên rêxistinên girseyî yên demokratîk li qadê hatin danîn, gelek nivîskaran jî pirtûkên xwe îmze kirin. Standên rêxistinên çep ên şoreşger û Navenda Civaka Kurd gelekî bal kişandin. Her wiha formayên Amedsporê yên li standa Heyva Sor a Kurd TOV'ê hatin firotin, bal kişandin.

Di festîvalê de peyamên ji bo demokrasî, azadî û aştiyê jî hatin dayin.

Hevserokên BAF'ê Eda Ozdemîr û Maksût Demîr, Hevseroka Cemxaneya Enfieldê Bîrgul Tîmûr, Hevserokên Cemxaneya ÎAKM'ê Hasret Bozdogan û Kazim Kiliç û hevserokên din peyam dan.

Eda Ozdemîr anî ziman ku felsefeya Elewî bi hezkirina ji mirovan, wekhevî, xweşbînî û aştiyê ava bûye û rêyeke bawerî û jiyanê ye.

Ozdemîr got, "Jiyaneke demokratîk cehwerê aştiyê ye" û destnîşan kir ku aştî paşeroja hevpar a hemû mirovahiyê ye.

Hasret Bozdogan jî destnîşan kir ku naveroka "aştiyê" bangeke ku li cewhera Elewîtiyê tê.

Bîrgul Tîmûr jî bal kişand ser sekna Seyîd Riza ya li hemberî zilmê û anî ziman ku Elewî têkoşîna xwe ya ji bo heqîqet û azadiyê dewam dikin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî ragihand ku nasnameyên cuda divê karibin bi rengekî azad bijîn û got, "Divê em hemû ji hev re bibin Xizir." Firat bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û got, divê ew pêvajoya aştiyê bi hev re mezin bikin, zemîna siyaseta demokratîk xurt bikin û li hemberî ferasetên otorîter aştiyê hîn mezin bikin.

Huseyîn Mat jî ji ber gotinên li dijî jinên Kurd nerazîbûneke tund nîşanî Rahmî Koç da û got, "Li hemberî wan, em ji vê derê careke din hezar carî têkoşîna jinên Kurd, jinên Kurd silav dikin."

Mat diyar kir ku ew li ser piyan e û Elewî wê bi her kesên alîgirê demokrasî, azadî û hiqûqa gelan bimeşin.

Piştî axaftinan Koroya Jinan a EAKM'ê, Koroya Dostên Cemxaneyê û Zagros DAF Ensemble derketin ser dikê. Bi taybetî rîtma defê ya Zagros Ensembleyê gelekî bal kişand.

Gulseven Medar, Lale Koçgun û Mûstafa Ozarslan jî stranên xwe gotin.

Festîvala Elewiyan bi beşdariya deh hezaran kesî veguherî banga ji bo aştiyê.