Îranê bi dronan êrîşî kampa Azadî ya li Koyeyê kir

Îranê bi dronan êrîşî Kampa Azadî ya ku endamên partiya Rojhilatê Kurdistanê lê dijîn kir.

Beriya niha bi demek kurt rejîma Îranê bi droneyan êrîşî kampa Azadî ya li sînorê navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê kir.

Li gorî agahiyên ku Rojnewsê parvekirin, êrîş bi du droneyan pêkhatiye, lê belê heta niha ziyanên nehatine zanîn.

Kampa Azadiyê cihê endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) û malbatên wan e û ji destpêka şerê 40 rojan û heta niha, gelek caran ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye hedef girtin.

Li gorî rapora Tîmên Avakirina Aştiya Civakî (CPT) ji 9’ê Sibatê û heta dawiya meha borî, 751 êrîş ji aliyê rejîma Îranê ve li ser kamp, bingeh û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê pêk hatine.