QSD'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku meha Tîrmehê şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir ku ji ber birînên xwe dihat dermankirin û roja 9'ê Tîrmehê şehîd bû.

QSD'ê diyar kir ku şervanê wan Lewend Yildirim nimûneya wefadarî û fedakariyê bû û heta kêliya dawîn a jiyana xwe erkên xwe pêk anîn.

QSD'ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza dewamkirina şopa şehîdan da.

Navê Kod: Xalid Cûdî
Nav û Paşnav: Lewend Yildirim
Navê dayikê: Asil Han
Navê bav: Mahfûz
Cih û dîroka jidayikbûnê: 29.08.1994, Aydin
Cih û dîroka şehadetê: 09.07.2026, Qamişlo - Nexweşxaneya Şehîd Xebat