Gerîlayên YJA-Starê: Zîlan ji bo me sembola serketinê ye
Gerîlayên YJA-Starê yên bi navê Hêlîn Çiya û Evîn Cudî bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta wê Şehîd Zîlan bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê tim li ser şopa wê bin.
Gerîlayên YJA-Starê yên bi navê Hêlîn Çiya û Evîn Cudî bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta wê Şehîd Zîlan bi bîr anîn û diyar kirin ku ew ê tim li ser şopa wê bin.
Fermandara mezin ya gerîlayan Zîlan bi navê xwe yê din Zeynep Kinaci di sala 1996’an de li Dersîmê pêngavek dîroki avêt. Ev pêngav li hemberî komploya li ser Rêberê gelê Kurd Rêber Apo û êrîşên li ser gelê Kurd dihat meşandin çalakiya herî bi bandor bû. Bi vê pengavê re bi hezaran keç û xortên Kurd berê xwe dan çiyayên Kurdistanê û dest bi têkoşîna azadiyê kirin. Di roja me ye iro de jî ev ruhê ku Fermandar Zîlan ava kiriye hîn didome, gihiştiye lûtkeya herî jor, gelek cangoriyan ku li ser vê şopê bi fedaiyane şer kirine û gihiştine şahadetê.
Bi boneya 30’emîn salvegera şehadeta Şehîd Zîlan gerîlayên YJA Starê nêrînên xwe ji bo ajansa me anîn ser ziman. Gerîlayan diyar kirin ku ev ruh bû xelasîya jina Kurd û tevahî gelê Kurdîstanê.
'EM XWE DEYNDARÊ HEVALA ZÎLAN DIBÎNIN'
Gerîlaya YJA-Starê Hêlîn Çiya derheqê çalakiya fermandara fadayî Zîlan de hest û nêrînên xwe wiha anîn ser ziman: ‘’Di 30’ê Hezîranê de çalakiya ku rêheval Zîlan pêk anî ji bo me xeta têkoşînê ye. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje ‘Heval Zîlan ji bo min manîfesto ye’ di rastiyê de jî bi vî rengî ye. Heval Zîlan bi çalakiya xwe ya ku do sala 1996’ an de pêk anî, deng veda û hişt ku bi hezaran şopdarên wê çêbibin. Di roja îro de ev rastî jî hîn bêhtir li ber çavan e. Gelek cangoriyên ku xwestin bibin weke heval Zîlan ji bo vê dozê xwe feda kirin û bûne fedaiyên nemir. Em weke Gerîlayên jin rêheval Zîlan weke rêya xwe ya azadiyê dibînin. Di rastiya xwe de heval Zîlan nasnameya jinan derxist holê. Em xwe deyndarê heval Zîlan dibînîn. Em soz didin ku em ê tim bibin şopdarê heval Zîlan û em ê bi sekna xwe her roj weke pepûleyekê wê zîndî bikin.’’
'HEVALA ZÎLAN BI RUHÊ APOGERÎ TEVDIGERIYA'
Gerîlaya bi navê Evîn Cudî jî têkildarî giringiya 30’ê Hezîranê ev yek anîn ziman;‘’Em di destpêkê de 30’ê Hezîranê bi rêzdarî bi bîr tînin. Tenê ne îro, her roj ji bo me 30’ê Hezîranê ye. Heval Zîlan bi çalakiya xwe dijmin da sekinandin. Heval li derdora Rêber Apo bû xelekek ji agir. Ji ber ku li ser Rêber Apo êrîşeke komploger dihat meşandin. Heval Zîlan bi çalakiya xwe dijmin şikand. Nîşan da ku heval Zîlan bi ruhê Apogerî dijî. Roja îroyîn jî ev ruh zindî ye. Minakên herî berbiçav heval Asya û heval Rojger in.”
'EW NE BI TENÊ BÛ, BI HEZARAN ŞOPDARÊN WÊ ÇÊBÛN'
Evîn Cudî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser gerîlayên ku li ser şopa Şehîd Zîlan meşiyane û çalakiyên fedayine pêk anîne û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Fedaiyên demê heval Asya û heval Rojger bi ruheke berpisyar û fedakariyek mezin xwedî li heval Zîlan derketin. Ev berpisiyariya wan hişt ku heval Zîlan disa zîndî bibe. Ev çalakî tenê bi vê re sînordar nema, bi taybet di asta têkoşîna jinan de bandoreke mezin kir. Ji bo kesên ku digotin jin nikarin têkoşîna azadiyê bide meşandin, bû bersiva herî xurt. Ji ber wê jî em weke jinên azadixwaz em ê çirûska ku rêheval Zîlan pêxistiye, bigîhînin lûtkeya herî bilind. Pêwîst e tavahîiya jinên azadîxwaz vê rojê watedar bikin û li her derê bidin bi bîr bînin.”