CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Civîna bilind a Yekîtiya Ewropa û Ermenistanê: Lêgerîna dûrketina ji Rûsyayê
Yekîtiya Ewropa û Ermenistan yekemcar di civîneke bilind de li hev civiyan. Aliyan hevkariya aborî û siyasî xurt kirin. Balkêş e ku Erîvan hewl dide xwe ji Moskowê vegire. -
Raporên îstîxbaratê: Pûtîn ji stargeha xwe dernakeve
Li gorî îdîayên ji îstîxbarata Ewropayê, Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin ji ber rîska sûîqest û darbeyê li qadeke teng tevdigere û ewlekariya li Kremlinê derxistiye asta herî bilind. -
Elmanya banga diyalogê li DYE’yê kir: 'Divê em biryaran zelal bikin'
Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Johann Wadephul diyar kir ku piştî plana DYE’yê ya vekişandina leşkeran divê bi Washingtonê re "diyaloga nêzîk" were danîn. -
Ji Ewropa û Kanadayê bo Trump peyama hevpar: ‘Em ne mecbûr in stû xwar bikin’
Di Civîna Lûtkeyê ya Civaka Siyasî ya Ewropayê de ku li Êrîvanê hat lidar xistin, welatên Ewropa û Kanadayê biryar dan ku li dijî polîtîkayên Donald Trump helwestek hevgirtî raber bikin û hevkariyê xurt bikin. -
Macron wê ji bo dîlgirtiyên Ermenî bi Aliyev re hevdîtinê bike
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron diyar kir ku piştî Cîvina Koma Siyasî ya Ewropayê têkildarî rewşa dîlgirtiyên Ermenî wê bi serokê Azerbeycanê Îlham Aliyev re hevdîtinekê bike. -
'Civaka navneteweyî di parastina xizmetên tenduristiyê de bi ser neket'
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, Xaça Sor û Bijîşkên Sînornenas neparastina xizmetên tenduristiyê yên li herêmên şer wekî ‘ne ser ketina civaka navneteweyî’ pênase kir. -
Rêjeya nepejirandina Trump gihîşt asta rekorê
Li gorî anketa Washington Post-ABC News-Ipsosê, rêjeya nepejirandina Serokê DYA’yê Donald Trump derket ji sedî 62’yê û di her du serdemên serokatiya wî de gihîşt asta herî bilind -
Li Sûdanê êrişa dronê: Ji malbata fermandarekî 9 kes hatin kuştin
Li Sûdanê, di êrişeke ser mala fermandarekî artêşê de, di nav de zarok jî hene 9 kesan jiyana xwe ji dest da. Hêzên Piştgiriya Bilez (HPB) yên paramîlîter wekî berpirsê êrişê têne nîşandan -
DYE wê zêdeyî 5 hezar leşkerên xwe ji Elmanyayê vekişîne!
Plana Rêveberiya Washingtonê ya ji bo kêmkirina hejmara leşkerên li Elmanyayê mezin dibe. Biryar li Ewropayê bû sedema fikaran. -
Aktîvîstên fîloya Xezeyê li Gîrîtê hatin danîn
Aktîvîstên fîloya Xezeyê ku ji aliyê hêzên Îsraîlê ve li peravên Gîrîtê hatibûn binçavkirin, radestî rayedarên Yewnan hatin kirin. Welatên Ewropayê operasyon weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî nirxandin. -
Ji Trump gaveke nû: Vekişîna leşkeran ji Îtalya û Spanyayê di rojevê de ye
Serokê DYE'yê Donald Trump piştî Elmanyayê kêmkirina leşkerên Emerîkî yên li Îtalya û Spanyayê xist rojevê. Helwesta van welatan a têkildarî şerê Îranê weke hincet ji vê yekê re hate nîşandan. -
Tevî agirbestê jî êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê berdewam dikin: 9 kes mirin
Di encama êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Lubnanê de zarok jî di nav de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rêveberiya Lubnanê diyar kir ku agirbest hatiye binpêkirin û bang li civaka navneteweyî kir. -
Piştî sinyala 'kêmkirina leşkeran' a Trump Yekîtiya Ewropa û Berlînê daxuyanî dan
Piştî ku Donald Trump sinyala wê yekê da ku leşkerên DYE'yî yên li Elmanyayê kêm bike, Yekîtiya Ewropa û Berlînê li pey hev daxuyanî dan. -
Rageşiya li ser xeta Washington û Berlînê mezin dibe
Serokê DYE’yê Donald Trump, mijara kêmkirina hejmara leşkerên Emerîkayê yên li Elmanyayê xist rojeva xwe. Biryar piştî polemîkên tund ên li gel Berlînê yên têkildarî şerê Îranê hate standin. -
RSF: Azadiya çapemeniyê daketiye asta herî nizm a 25 salên dawî
Li gorî rapora sala 2026'an a Rojnamevanên Sînornenas azadiya çapemeniyê li seranserê cîhanê daketiye asta herî nizm. Sûriye li gorî Tirkiyeyê hîn li pêş e. -
Neteweyên Yekbûyî: Divê darvekirinên li Îranê bêne rawestandin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk anî ziman ku zextên li ser muxalefeta li Tirkiyeyê giran bûye û destnîşan kir ku divê darvekirin tavilê bê rawestandin. -
Rapor: Rûsyayê di şerê Ûkraynayê de berê bi hezaran biyaniyan daye eniyên şerî
Li gorî raporeke hevpar, Rûsyayê ji destpêkirina dagirkirina Ûkraynayê ya sala 2022’yan ve heya niha herî kêm 27 hezar şervanên biyanî şandine eniyên şerî. -
Yekîtiya Ewropayê Meta sûcdar kir: Zarokên di bin temenê 13 salî de naparêze
Komîsyona Ewropayê ragihand ku Meta nikare di Instagram û Facebookê de zarokên di bin temenê 13 salî de asteng bike. Dibe ku şîrket rû bi rûyê cezayekî giran ê pereyan bimîne. -
Li Sûdanê di êrişa ÎHA'yê de herî kêm 11 kes mirin
Li başûrê Sûdanê di êrişeke balafira bêmirov a (ÎHA) de herî kêm 11 kes mirin. Piştî bi mehan derdora payext Hartûmê careke din bû hedefa êrişê. -
Rojnamevanê xwediyê Xelata Sakharovê bi pevguherandinê hat berdan
Rojnamevan Andrzej Poczobut ê ku pênc salan li Belarûsê girtî ma, bi navbeynkariya DYE’yê di çarçoveya pevguhertina dîlgirtiyên pir neteweyî de hat berdan. -
Şerê navbera Pakistan-Efganistan didome: Bi sedan mirî û birîndar hene
Li gorî Neteweyên Yekbûyî (NY) ji 26’ê Sibatê û vir ve, di şerê navbera Pakistan û Efganistanê de bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan yan jî birîndar bûn. Herî dawî di êrîşên li Kunarê de sivîl hatin hedefgirtin. -
ILO hişyarî da: Stres û mobbînga li cihên kar salane dibe sedema mirina 840 hezar kesî
Li gorî rapora nû ya Rêxistina Xebitînê ya Navneteweyî (ILO) xeteriyên psîkososyal ên mîna saetên dirêj ên karkirinê, stres, bêewlehî û tundiya li cihên kar, her sal li cîhanê dibe sedema mirina 840 hezar kesî. -
Teoriyên komployê yên piştî êrişa li galaya Qesra Spî: Her tişt mîzansen e
Piştî êrişa li çalakiya ku Serokê DYA’yê Donald Trump beşdar bibû, li ser medyaya dîjîtal îdiayên mizansenê bi lez belav bûn -
Li Maliyê cûnta têk diçe: Tuaregî li ber deriyên paytextê ne
Hêzên Azavad ên ku li seranserê welêt êrîşên koordîneyî pêk tînin, kontrola Kîdalê bi dest xistin û heya derdora paytext Bamakoyê ber bi pêş ve çûn. -
Li Filîpînê di navbera artêş û gerîlayên komunîst de şerekî dijwar qewimî
Li herêma navîn a Filîpînê, di encama şerê navbera artêş û gerîlayên komunîst de 19 kesan jiyana xwe ji dest da. Di nav miriyan de du welatiyên DYA’yê jî hene û têkildarî bûyerê banga lêpirsînê hat kirin.