DYE'yê pêkanînên li ser raportora Fîlîstînê Francesca Albanese rakir

Rêveberiya DYE'yê pêkanînên li ser Raportora Taybet a Fîlîstînê ya Neteweyên Yekbûyî Francesca Albanese rakir. Piştî ku dadgeha federal hikum da ku pêkanîn bê betalkirin, biryar hate wergirtin.

Di nota fermî ya Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) de hate ragihandin ku pêkanînên li ser Albanese hatine betalkirin. Hiqûnasa Îtalyayî ji ber pêkanînan li lîsteya reş a navneteweyî hatibû bicihkirin, nekarîbû kartên xwe yên krediyê bi kar bîne û li gelek bankayan nekarîbû karê xwe bike.

Dadgerê federal Richard Leon biryar nirxand û di nêrîna xwe ya hefteya derbasbûyî de diyar kir ku "parastina azadiya fikrî her tim bi kêrî cemaweriyê tê."

Francesca Albanese bi navê Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di mijara xaka Fîlîstînê ya dagirkirî de wezîfeya raportoriyê dike. Albanese di dema wezîfeya xwe de bi rexneyên tund ên li hemberî polîtîkayên Îsraîlê yên li dijî Fîlîstîniyan ketibû rojevê.

Ji ber ku Albanese pêşniyar ji Dadgeha Ceza ya Navneteweyî re kiribû ku biryara girtina Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu bide, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Marco Rubio ew kiribû hedef.