CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pentagon: Mesrefa şerê bi Îranê re nêzîkî 29 mîlyar dolar e
Wezîrê Şer yê DYE’yê Pete Hegseth di daxuyaniya li Kongreyê kir de diyar kir ku li dijî Îranê “Ger pêwîst bike planên wan ên ku gengeşiyê bilind bikin hene“. Pentagon jî ragihand ku mesrefa şerê bi Îranê re nêzîkî 29 mîlyar dolar e. -
Li Pakistanê êrişa xwekujiyê: Herî kêm 7 kes mirin, 20 kes birîndar bûn
Li bakurrojavayê Pakistanê di êrişa xwekujiyê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, 20 kes jî birîndar bûn. -
NY: Di şerê Pakistan û Efganîstanê de herî kêm 370 sivîl mirin
Li gorî rapora ku ji hêla Mîsyona UNAWA ya Neteweyên Yekbûyî ya Efganîstanê hatiye weşandin, di şerê navbera Efganîstan û Pakistanê ya 3 mehan de 370 welatiyên Efganî mirine. -
Li cîhanê rekora koça navxweyî: Sala 2025'an 82 milyon kes ji cih û warê xwe bûn
Li gorî rapora salane ya Navenda Şopandina Koça Navxweyî (IDMC) û Konseya Penaberan a Norwêcê, sala 2025'an li seranserê cîhanê 82,2 milyon mirov li nava welatê xwe ji cihê xwe bûn. -
Li dijî krîza xurekê banga razemeniya li sîstemên çandiniyê
Dîrektorê Navenda Razemeniyê ya FAO'yê Mohamed Manssouri anî ziman ku armanca bidawîkirina birçîbûnê ya heta sala 2030'î dûr ketiye. -
Grev û xwepêşandanên li Brukselê berdewam dikin
Li Belçîkayê di van mehên dawî de li pey hev grev û xwepêşandan tên lidarxistin. Di pêşengiya eniya hevpar a sendîkayan de 13’ê Gulanê roja Çarşemê wê li seranserê Brukselê xwepêşandan bên lidarxistin. -
Wezîrê Parastinê yê Letonyayê piştî ‘krîza ÎHA'yê’ îstîfa kir
Wezîrê Parastinê yê Letonyayê Andris Spruds piştî ku du başafirên bêmirov (ÎHA) ketin qada hewayî ya Letonyayê û tesîsên depoyê yên petrolê xistin, îstifa kir. -
NY: Li Sûdanê di êrîşên dronan de herî kêm 880 sivîl hatin qetilkirin
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk daxuyand ku di navbera mehên Çile û Nîsana 2026’an de li Sûdanê di êrîşên balafirên bêmirov de herî kêm 880 sivîlan jiyana xwe ji dest dane. -
Ûkrayna: Li gel agirbestê jî şer dewam dike
Di şerê Ûkrayna-Rûsyayê de li gel agirbesta ji sê rojan jî êriş dewam dikin. Fermandariya Giştî ya Ûkraynayê ragihand ku roja Şemiyê aliyan 147 caran li hev xistin. -
Li Fransayê qanûna radestkirina berhemên talankirî hate qebûlkirin
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron qanûna ku radestkirina berhemên çandî yên di dema mêtingeriyê de hatin talankirin, erê kir. Ev qanûna ku demeke dirêj e ji aliyê welatên Afrîkayê ve dihate xwestin, kêfa Çînê jî anî. -
Li Pakistanê êrişa xwekujî: Herî kêm 12 polîs mirin
Li bajarê Bannu yê li bakurrojavayê Pakistanê, di êrişa bombeyî de herî kêm 12 polîs mirin, gelek kes jî birîndar bûn. Rayedaran diyar kirin ku piştî êrişê li herêmê şer dewam dike. -
Li Maliyê krîz giran dibe: Di êrişan de bi dehan kes mirin
Li navenda Maliyê, di êrişên nû yên cîhadîstan de bi dehan kes mirin. Çavkaniyên xwecihî û rayedarên ewlekariyê diyar kirin ku piştî êrişên roja Înê hejmara qurbaniyan zêde bûye. -
Ji bo mafya Tirk li Belçîkayê hişyarî: Li Limburgê torek hate têkbirin
Di encama lêpirsîneke berfireh a li herêma Limburg a Belçîkayê hat kirin de, derket holê ku mafyaya Tirk li herêmê rêxistinek mezin ava kiriye. Gelek çek, tiştên luks û pere hatin desteserkirin û 18 kes hatin binçavkirin. -
Ji WHO'yê daxuyaniya têkildarî Hantavîrusê: Xeteriya kûrewî pir kêm e
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî fikarên di raya giştî de yên ji ber nexweşiyên hantavîrus zêde bûne, daxuyanî da. -
Plana mudaxeleya rastgir a Trump û Milei ya li Emerîkaya Latîn eşkere bû!
Belgeyên veşartî yên bi navê ‘Hondurasgate’ eşkere kir ku Rêveberiyên DYE û Arjantînê ji bo bêîstîkrariya Emerîkaya Latîn komplo amade kirine û hikûmetên çepgir ên li Meksîka, Kolombiya û Honduras kirine armanc. -
Kiev: Rûsyayê di nava şevekê de 850 caran bi droneyan êriş kir
Serokdewletê Ûkraynayê Volodimir Zelenskiy anî ziman ku Rûsya li gorî agirbesta yekalî tevnagere ku ji bo pîrozbahiyên 9'ê Gulanê ragihand û bi gotinên tund rexne li Moskowê kir. -
Rûsyayê ji 8’ê Gulanê û pê ve ji bo du rojan agirbest ragihand, lê Zelenskiy bi hêrs e
Kremlînê ragihand ku ji ber pîrozbahiyên Roja Serkeftinê ya 1945’an, dê di 8-9’ê Gulanê de li Ukraynayê agirbesteke yekalî pêk bînin. Serokdewletê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî Moskova bi daxwaza li Qada Sor bêdengiyeke demkurt tawanbar kir -
Li Egeyê karesata koçberan: Ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê berpirsyar hat nîşandan
Li Deryaya Egeyê koçberek jiyana xwe ji dest da û 43 koçber jî hatin rizgarkirin. Rêxistinek a civaka sivîl, diyar kir ku ewlehiya peravê ya Yewnanîstanê zirar daye keştiya koma koçberan û jiyana wan xistiye nava xeteriyê. -
Dibe ku Partiya Karker li Brîtanyayê di hilbijartina xwecihî de derbeyeke giran bixwe
Tê peyîn ku di hilbijartina îro ya li Brîtanyayê de Partiya Karker a bi seroktiya Serokwezîr Keir Starmer derbeyek giran bixwe û gelek dengan winda bike. Anket nîşan didin ku rastigirên tund Reform UK û Keskan li pêş in. -
Li gelek welatan li dijî qaçaxçiyên narkotîkê operasyon: 270 kes hatin binçavkirin
Hat ragihandin ku di encama operasyona ‘Pangea XVIII’ ku bi koordînasyona Interpolê li 90 welatan hat pêk anîn, nêzî 270 kes hatin binçavkirin û 66 torên sûcan hatin têk birin. -
Di 'startejiya têkoşîna li dijî terorê' ya DYE'yê de Ewropa û çep bûn hedef
Belgeya Stratejiya Têkoşîna li dijî Terorê ya DYE'yê ku ji aliyê rêveberiya Trump ve hate weşandin, Ewropa weke "Navenda kurkê ya gefên terorê" pênase kir û tevgerên antîfaşîst û anarşîst jî weke "cihêkarên çep ên alîgirên tundiyê" pênase kir. -
Nukleera Îsraîlê di rojeva Kongreya DYE’yê de ye: Dawî li bêdengiyê bînin
30 nûnerên Demokrat bang li rêveberiya Donald Trump kirin ku dawî li “siyaseta bêdengiyê" derbarê kapasîteya nukleerî ya Îsraîlê bînin. -
Şerê Ûkraynayê: Di rojekê de 186 caran şer qewimî
Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Ûkraynayê ragihand ku li dijî Rûsyayê di 24 saetên dawî de 186 caran şer qewimî ye. Li eniyên rojhilat û başûr êrîşên dijwar, didomin. -
RTC: Di keştiyeke geştyariyê de bûyerên hantavîrûsê hatin tespîtkirin
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku di keştiyeke geştyariyê (kruvaziyer) de ya ku li nêzî giravên Cape Verde rawestiyaye, 2 bûyerên hantavîrûsê yên piştrastkirî û 5 bûyerên gumanbar hene û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane -
Li Romanyayê hikûmet hilweşiya: Parlamento Bolojan ji wezîfeyê dûr xist
Li Romanyayê, hikûmeta Serokwezîr Ilie Bolojan piştî dengdana bêbaweriyê ku ji aliyê sosyal demokrat û rastgirên tund ve hate destekkirin, hilweşiya; dibe ku krîza siyasî ya li welêt kûrtir bibe.