Li Belçîkayê bi hezaran akademîsyen û xwendekar banga ‘boykotkirina akademîk' ji bo Îsraîlê kirin

Li Belçîkayê zêdetirî 4 hezar û 500 xwendekar, akademîsyen û xebatkarên bi daxwaza bidawîanîna têkiliyên akademîk bi Îsraîlê re nameyek vekirî weşandin.

Îmzekaran ku di nava wan de nêzîkî hezar 100 profesor hene bang li zanîngehên Belçîkayê kirin ku dawî li hevkariya bi sazî û şîrketên Îsraîlê re bînin.

Di nameyê de hat diyarkirin ku di meha Nîsanê de dayîna doktorayên rûmetê ya ji bo akademîsyen Noura Erakat û  Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li Filistînê Francesca Albanese ya ku bi xebata xwe ya li ser mafên Filistînê tê nasîn, girêdana zanîngehan a bi hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan nîşan da.

Îmzekaran destnîşan kirin ku rewşa li Filistînê her ku diçe xirabtir dibe û hewldanên leşkerî yên Îsraîlê hatin rexnekirin.

Di nameyê hat xwestin ku hemû hevkariyên akademîk ên bi Îsraîlê re tên meşandin û her wiha divê peymanên bi şîrketên wekî Dell, Teva û Microsoftê re bên rawestandin.
Her wiha di nameyê de daxwaza rawestandina tavilê ya hevkariyên nû hat kirin û ji rêveberiyên zanîngehan hat xwestin ku ji bo hikûmeta Belçîkayê li gorî qanûnên navneteweyî tevdigere têkevin nava liv û tevgerê.
Îmzekaran  anîn ziman ku divê zanîngehên li Belçîkayê bi awayekî çalak piştgiriyê bidin ji nû ve avakirina saziyên lêkolînê û pewerdehiya Filistînê.

Nameya vekirî bi banga  li seranserê Ewropayê helwesteke akademîk a hevpar bê pêşxistin bi dawî bû.