CÎHAN
Hemû Nûçe
-
'Ji ber hevsengiyên hêzê yên herêmî fikarên ewlehiyê yên Ermenistanê dewam dikin'
Dr. Toros Korkmaz diyar kir ku şerê Rûsya-Ûkraynayê hevsengiyên li Qefqasyayê guhertine û da zanîn ku Êrîwan hewl dide rîska şerekî nû kêm bike lê belê fikarên têkildarî ewlehiyê berdewam dikin. -
Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê giran dibe: Hejmara qurbaniyan hezar û 450 kesî derbas kir
Piştî du erdhejên bi pileya 7.2 û 7.5 ên ku di 24’ê Hezîranê de li Venezuelayê rû dabûn, hejmara qurbaniyan hezar û 450 kesî derbas kir. -
Li Venezuelayê bîlançoya erdhejê zêde dibe: Hejmara miriyan derket 589’an
Li Venezuelayê piştî 2 erdhejên mezin hejmara miriyan derket 589’an. Neteweyên Yekbûyî daxuyand ku herî kêm ji 17 welatan hezar kes ji tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û tenduristiyê şandine herêmên karesatê. -
Dadgeha Bilind a DYE'yê biryara Trump a li ser penaberan pejirand
Dadgeha Bilind a DYE'yê hikum da ku hikumet dikare paşerojê li ser sînorê Meksîkayê koçberên dixwazin serlêdana penaberiyê bikin, nehêle ku derbasî welêt bibin. -
Rûsya: Di şevekê de 660 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê hatin xistin
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku 660 balafirên bêmirov ên Ûkraynayê ji aliyê sîstema wan a parastinê ve hatin îmhakirin. Di êrîşên Ûkraynayê de Moskow jî di nav de, gelek herêm hatin hedefgirtin. -
Bîlançoya erdhejên li Venezuelayê giran dibe: Hejmara qurbaniya bû 235
Li Venezuelayê piştî du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomin. Li gorî daneyên fermî hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişt 235’an. Tê diyarkirin ku gelek kes di bin kavilan de ne. -
Li Fransayê germahiya dijwar: Sendîkayên perwerdehiyê banga grevê kirin
Heft sendîkayên perwerdehiyê yên Fransayê tevî germahiya dijwar domandina dibistanan û ezmûnan bertek nîşan dan û bang li kedkaran kirin ku li cihê pêwîst bikevin grevê. -
Korsîka gaveke girîng ber bi xweseriyê ve avêt
Meclîsa Fransa qanûna ku ji Korsîkayê re statûya xweseriyê dide pejirand. -
Di erdhejên Venezûelayê de dibe ku bi hezaran kes miribin
Li Venezûelayê 2 erdhejên bi 7,2 û 7,5 pileyî bûn sedema hilweşîneke mezin. Li gorî daneyên fermî herî kêm 164 kes mirin. Lê tê gotin, dibe ku bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest da bin. -
Trump sînyala F-35 da Erdogan: Ez ê gelekî kêfa wî bînim
Serokê DYE'yê Donald Trump li ser mijara vegera Tirkiyeyê li bernameya balafirên şer ên F-35 peyamên girîng da. Trump ji bo Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Ez ê tiştekî welê bikim ku wê gelekî kêfa wî bê." -
Peymana bazirganiyê ya navbera YE û DYE'yê bi fermî hate erêkirin
27 welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) peymana bazirganiyê ya bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) re bi rengekî fermî erê kirin. -
Li bakurê Japonyayê erdheja bi 7,2 pileyî
Li peravên Iwateyê yê li bakurê Japonyayê bi mezinahiya 7,2 pileyî erd hejiya û li herêmê bû sedema panîkê. -
Li Venezuelayê 2 erdhejên mezin: Herî kêm 32 kes mirin, zêdeyî 700 kes birîndar bûn
Li Venezuelayê du erdhejên bi mezinahiya 7,2 û 7,5 pileyî li pey hev rû dan. Li paytext Caracasê avahî hilweşiyan. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 32 kes mirin, zêdeyî 700 kes birîndar bûn. -
Doktorê ji Kongoyê vegeriya Fransayê bi vîrûsa Ebolayê bû
Wezareta Tenduristiyê ya Fransayê diyar kir ku bi doktorekî re vîsûsa Ebola hate tespîtkirin ku ji bo alîkariya mirovî li Kongoyê bû û vegeriya. Hate ragihandin ku ev bûyera destpêkê ye ku li Fransayê vîrûs tê tespîtkirin. -
Kim Jong Un: Hêzên deryayî bi çekên nukleerî têne biçekkirin
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku bernameya ji bo bicihkirina çekên nukleer li nava hêzên deryayî yên welêt dewam dike û got, dema pêş wê keştiyên şer ên nû yên bi 10 hezar tonî, bên çêkirin. -
Li Brezîlyayê di civînekê de xeta têkoşînê ya tevgera Kurd hate nirxandin
Li Brezîlyayê rêxistinên sosyalîst, azadîparêz û civaka sivîl li hev civiyan. Tevgerên Kurd û Fîlîstînî jî beşdar bûn. -
Li Atînayê bi hezaran kes ji bo Prosfygikayê daketin kolanan
Bi hezaran kes ji ber rewşa tenduristiya Chantzis ku 139 roj in di greva birçîbûnê de ye û giran bû li ber Parlamentoya Atînayê kom bûn. Çalakvanan daxwaza qebûlkirina daxwazên kesên di grevê de kirin. -
Parêzerê baronên narkotîkê û rastgirê tund li Kolombiyayê bû serokkomar
Namzetê rastgirê tund Abelardo de la Espriella yê ku Trump piştgiriya wî dike, di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariya Kolombiyayê de namzetê çep Ivan Cepeda derbas kir û bû serokkomarê nû yê welêt. -
Li Bolîvyayê rewşa awarte hate ragihandin
Serokê Bolîvyayê Rodrigo Paz ji ber protesto û çalakiyên rêgirtinê yên ku zêdeyî 50 roj in li welêt tên lidarxistin, ji bo 90 rojan rewşa awarte ragihand. Di çarçoveya biryarê de ji bo rêkûpêkiya civakê car din pêk were, artêş hate wezîfedarkirin. -
Li Xezeyê tevî agirbestê jî zarok hîna jî tên kuştin
Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) got, agirbesta ku di navbera Hamas û Îsraîlê de hate kirin, ji bo zarokên Filistînî bûye “hêviyek bêmerhamet û kujer”. UNICEF’ê, diyar kir ku ji Cotmeha 2025’an vir ve 265 zarok jiyana xwe ji dest dan. -
RSF: Li seranserê cîhanê sirgûnkirina rojnamevanan zêde dibe
Rojnamevanên Sînornenas (RFS) beriya 20'ê Hezîranê Roja Penaberan a Navneteweyî raporek weşand û diyar kir kud i nava pênc salên dawî de welatên ku rojnamevan neçar man ku jê birevin bi du qatî zêde bûne. -
Awûstralya wê 17 milyon euro tazmînat bide koçberên ku li çolê hişt
Hikûmeta Awûstralyayê bi 38 koçberên berê li Navenda Binçavkirinê ya Koçberan a Woomera dihatin ragirtin re li hev kir û qebûl kir ku 17 milyon euro tazmînat bide koçberan. -
DYE wê hebûna xwe ya leşkerî ya li Ewropayê ji nû ve binirxîne
Wezîrê Parastinê yê DYE’yê Pete Hegseth diyar kir rêveberiya Washingtonê wê hebûna xwe ya leşkerî ya li Ewropayê ji nû ve binirxîne. -
Ûkranyayê li dijî Moskovayê êrîşeke berfireh a droneyan pêk anî
Balafirên bêmirov ên Ûkranyayê, paytexta Rûsya Moskovayê hedef girtin. Di encama êrîşan de yek ji mezintirîn refîneriyên pertolê yê Rûsyayê hat xistin û di heman demê de Kiev jî bi fuzeyan hedef hat girtin. -
Trump: Eger Îran rehet nesekine, em ê dîsa bombebaran bikin
Serokê DYE’yê Donald Trump du roj berî îmzekirina lihevkirina di navbera Washington û Tehranê de li Cenevreyê got ku eger Îran “rehet nesekine”, ew ê dîsa "bombebaran bike".