CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Maliyê şer berfireh dibe
Li Maliyê zêdebûna koordînasyona di navbera komên cîhadîst û serhildêrên Tuareg de, paytext Bamako û bakurê Kidal jî di nav de li gelek herêman şer rû dan. Herdu alî daxuyaniyên beramberî hev dan. Krîza ewlehiyê kûrtir dibe. -
Îsraîlê ji bo Somalilandê yekemcar sefîrek tayîn kir
Îsraîlê ji bo Somalilandê ku Kanûna 2025'an nas kir, sefîrê xwe yê bilind tayîn kir. Tayîn piştî danûstandinên dîplomatîk ên navbera herdu aliyan hate kirin. -
Li Maliyê şerê giran: Tê gotin ku Wezîrê Parastinê hatiye kuştin
Li paytexta Malî Bamakoyê, artêşê û JNIM a ser bi El Qaîdeyê şer kirin. Tê gotin ku di êrişan de Wezîrê Parastinê Sadio Camara hatiye kuştin. -
Li Kolombiyayê êrişa bombeyî: Herî kêm 14 kes mirin
Li herêma Cauca ya Kolombiyayê di êrişeke bombeyî de herî kêm 14 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn. Rayedaran muxalîfên FARC'ê weke berpirsyar nîşan dan. -
Li Washingtonê di dema xwarina nûçegihanên Qsra Spî de êrîşa çekdarî
Li DYE di dema xwarina nûçegihanên Qsra Spî de êrîşeke çekdarî pêk hat. Di bûyerê de sîxurekî servîsa veşartî birîndar bû û gumanbar hat binçavkirin. -
DYE dixwaze Spanyayê ji nava NATO'yê derxîne
Li gorî nivîsên navxweyî yên Pentagonê, rêveberiya DYE'yê difikire ku pêkanînan li ser hevalbendên xwe yên NATO'yê ferz bike, yên ku piştgirî nedan şerê Îranê. Betalkirina endametiya Spanyayê ya li NATO'yê yek ji wan pêkanînên gengaz e. -
Li Swîsreyê nîqaşa koçberî û nifûsê: Referandûma ‘bila nebe welatekî 10 mîlyon kesî’
Gelê Swîsreyê ji bo nifûsê bi 10 milyonî sînordar bike amadekariya çûna ser sindoqê dike. Pêşniyara ku koçberiyê hedef digire, derbarê aborî û têkiliyên bi Ewropayê re rê li ber nîqaşek cidî vedike. -
NY: Windahiyên li Meksîkayê ‘birîneke vekirî’ ye, bêhtirî 130 hezar kes winda ne
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk, ragihand ku li Meksîkayê windakirinên bi zorê yek ji qeyranên mafên mirovan ên herî giran in. Tê gotin ku ji ber tundiyên ku zêde dibin di nava 20 salan de bêhtirî 130 hezar kes winda bûne. -
Li Pakistanê êrişa çekdarî: 10 kes mirin
Li eyaleta Belûcistanê ya Pakistanê êrişeke çekdarî li madenekê hate kirin. Di êrişê de 10 kes hatin kuştin. -
Rayedarê herî payebilind ê sivîl ê Hêzên Deryayî yên DYE'yê ji wezîfeyê dûr ket
Pentagonê ragihand ku John Phelan ji wezîfeya xwe dûr ketiye. Ev cudabûna ji nişka ve di demeke welê de pêk hat ku DYE bi Îranê re şer dike û li nava kadroyên leşkerî yên payebilind li pey hev guhertin têne kirin. -
Li Srî Lankayê 13 Budîst ji bo aştiyê pêxwas dimeşin
Li Srî Lankayê ji bo balê bikşînin ser banga aştiyê meşeke balkêş hat destpêkirin. -
Welatên YE’yê têkildarî pêkanînên nû yên li ser Îsraîlê li hev nekirin
Welatên Yekîtiya Ewropayê têkildarî pêkanînên nû yên li hemberî Îsraîlê, biryareke hevpar nedan. Banga Spanya û Îrlandayê ya ji bo rawestandina peymanê, bi îtîrazên Elmanya û Îtalyayê bêencam man. -
Li Kolombiyayê hevdîtinên aştiyê yên bi komên ji FARC'ê qut bûn re bi dawî bûn
Serokkomarê Kolombiyayê Gustavo Petro anî ziman ku danûstandinên bi yek ji komên muxalîf ên FARC'ê yên berê bi dawî bûye. -
Mirina li ser rêya koçberiyê dewam dike: Sala 2025'an nêzî 8 hezar kes mirin
Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya ser bi Neteweyên Yekbûyî, di sala 2025'an de li seranserê cîhanê nêzî 7.900 koçberan jiyana xwe ji dest dan an jî winda bûn. -
Rewşa dawî ya şerê Ûkranyayê: Banga ‘lawaziyê neke’ li Ewropayê hat kirin
Serokdewletê Ûkranyayê Volodimir Zelenskiy bang li Ewropayê kir ku li hember Rûsyayê gavên bi biryar biavêje. Li herêmê şer didome, di çarçoveya dîplomasî û cezayan de pêşketinên nû rû didin. -
Amnesty: Em di qonaxa herî zehmet a serdema xwe de ne
Amnesty International di rapora xwe ya 2025’an de diyar kir ku sîstema gerdûnî di asteke cidî ya şikestinê de ye û ragihand ku dewletên xurt hiqûqa navneteweyî tune dihesibînin û cîhan ketiye ‘qonaxeke xeter’. -
Li Japonyayê piştî erdhejê tsunamî rabû
Piştî erdheja mezin a li bakurê Japonyayê tsunamî rabû û pêlên wê gihîştin peravê. Rayedaran ji bo erdhejê peyhatî û hatina pêlên nû hişyarî dan. -
Li Perûyê krîza hilbijartinê: Ji hezaran kesan protestoya ‘hîle’
Li paytexta Perû Lîmayê bi hezaran kes bi îdîaya ‘hîle di hilbijartinê de hatiye kirin’, daketin qadan. Encamên tûra ewilî hîna zelal nebûne, lê namzetê rastgir Keiko Fujimori li pêş xuya dike. -
Li Japonyayê bi mezinahiya 7.4 pileyî erd hejiya: Alarma tsunamiyê hate dayin
Li bakurê Japonyayê piştî erdheja bi 7.4 pileyî hişyariya tsunamiyê hate dayin. Hate ragihandin ku pêl dikare heta 3 metreyan rabe. -
DYE’yê li Filîpînan operasyoneke leşkerî ya mezin pêk anî
DYE’yê yek ji mezintirîn bicihkirina leşkerî yên van salên dawiyê li Filîpînan da destpêkirin. Operasyon, di bin siya rageşiyên li Taywan û Behra Çîna Başûr de pêk tên. -
Li Neteweyên Yekbûyî pêşbirka sekreteriyê dest pê kir: Dibe ku sekretera yekem jin be
Li Neteweyên Yekbûyî pêvajoya hilbijartina Sekreterê Giştî yê nû ku tê payîn di sala 2027’an de dest bi xebatê bike, dest pê kir. Vê heftê wê namezet li pêşiya raya giştî bên guhdarîkirin. Li gelek welatan cara yekeme tê xwestin ku jinek bê hilbijartin. -
London ji nû ve berê xwe dide YE’yê
Deh sal di ser biryara Brexitê re derbas dibin. Brîtanya pêşnûmeqanûnek amade dike ku têkiliyên xwe bi Yekîtiya Ewropayê re careke din nêzîktir bike. Şerê li Rojhilata Navîn û zêdebûna aloziyên bi Donald Trump re vê hewldanê leztir dike. -
Sê welatan bang kir ku bi Kubayê re ‘diyaloga samîmî û bi hurmet’ were kirin
Spanya, Meksîka û Brezîlya têkildarî krîza mirovî, ji bo Kubayê banga “diyaloga samîmî û bi hurmet” kirin. Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) jî meha çileye zexta aborî tund kiribû, ev yek jî krîza li giravê girantir dike. -
Sala 2025’an ji bo penaberên Rohingya sala herî kujer bû
Komîseriya Bilind ê Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ragihand ku di sala 2025’an de nêzîkî 900 penaberên Rohingya li Derya Andaman û Kendava Bengalê mirine an jî winda bûn. -
Li El Salvadorê reforma nakok
Serokdewletê El Salvadorê Nayib Bukele ji bo sûcên giran reforma qanûna bingehîn a rê li ber cezayê hepsa muebet ê ji 12 saliyê û pê ve erê kir. Biryar, polîtîkayên ewlehiyên yên li welêt ên tund kûrtir dike.