Ji Rûsyayê tetbîqatên 'nukleerê': 65 hezar leşker tevlî bûn

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku tetbîqatên nukleerê destpê kiriye ku wê sê rojan dewam bikin. Hate ragihandin ku zêdeyî 65 hezar leşker û bi sedan sîstemên fuze, balafirên şer û hêzên deryayî beşdar bûne.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku li seranserê welêt têkildarî bikaranîna çeka nukleerî tetbîqatên leşkerî yên berfireh hatine destpêkirin.

Hate ragihandin ku tetbîqatên 19'ê Gulanê destpê kirin wê heta 21'ê Gulanê dewam bikin û zêdeyî 65 hezar leşker, nêzî 7 hezar û 800 wesayitên leşkerî, sîstema çekan û zêdeyî 200 sîstemên fuzeyê wê di tetbîqatan de wezîfeyê bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, balafirên şer, keştiyên şer, keştiyên binê avê û keştiyên binê avê yên nukleerê wê ti tetbîqatan de amade bin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha ragihand ku di çarçoveya tetbîqatê de wê senaryoyên li ser bikaranîna hevpar a çekên nukleerê yên li xaka Belarûsê jî bêne nirxandin.

Balkêş e ku tetbîqat piştî çar salên ji şerê Rûsya û Ûkraynayê pêk tê.