Şerê Rojhilata Navîn xwepêşandana li Kenyayê gur kir

Greva neteweyî ya ku ji hêla sektora veguhastina giştî li Kenyayê hat destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de dewam dike. Di encama bûyerên ku di dema xwepêşandanan de rû da 4 kes mirin û bêhtirî 30 kes jî birîndar bûn.

Li Kenyayê greva karmendên veguhestina giştî li dijî zêdebûna buhayê sotemeniyê didome. Grev piştî ku hikûmetê di 14’ê Gulanê de buhayê sotemeniyê diyar kir ji aliyê nûnerên sektora veguhestinê ve wekî nerazîbûn destpê kir.

Komên ku banga grevê kirin, ragihandin ku armanca wan rawestandina veguhestinê li seranserê welêt e.

Kenya bi giranî bi îtxalata petrolê ya welatên Kendavê ve girêdayî ye. Ji ber krîza li Tengava Hurmizê, buhayên enerjiyê zêde bûne.

Hat ragihandin ku astengiya li Tengava Hurmizê, ku beşek girîng a bazirganiya petrolê ya cîhanî ji wir derbas dibe, rasterast bandorê li aboriya Kenyayê dike.

WINDAHIYÊN CANÎ

Hat ragihandin ku di rageşiya ku di roja ewil de di navbera hêzên ewlehî û xwepêşanderan de rû daye, 4 kes mirine û bêhtirî 30 kes jî birîndar bûne.

Xwepêşander, tevî ku ew tevkariyek mezin li budceya dewletê dikin jî daxwaza kêmkirina baca sotemeniyê ya bilind dikin.