Li Kongoyê şewba Ebolayê: WHO rewşa awarte ya navneteweyî îlan kir

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), têkildarê şewba Ebolayê ku li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber varyanta Bundibugyo rû daye û dermanê wê tune ye, “rewşa awarte ya tenduristiyê ya navneteweyî’ îlan kir.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), li Komara Demokratîk a Kongoyê ji ber şewba Ebolayê duyemîn asta hişyariya navneteweyî ya herî bilind kir.

Dîrektorê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyar kir ku şewb gefek cidî li ser tenduristiya giştî çêdike, lê hîn negihîştiye asta pandemiyê.

DERMANÊN VÊ ŞEWBÊ NÎNE

Navenda şewbê eyaleta Ituri ya li bakur-rojhilatê welêt e. Hat ragihandin ku li herêmê varyanta Bundibugyo ya Ebolayê belav bûye û li dijî vê varyantê tedewiyek pejrandî nîne.

Li gorî daneyên WHO'yê, heta 16'ê Gulanê 8 bûyerên piştrastkirî hatin tespîtkirin. Her wiha 246 nexweşên bi guman û 80 mirinên bi guman hatin qeydkirin. Li paytext Kinşasayê bûyereke piştrastkirî, li paytexta Uganda Kampalayê jî mirina rêwiyek ji Ituriyê hate ragihandin.

JI BER ŞER DESTWERDAN ZEHMET DIBE

Hat gotin ku tîmên tenduristiyê ji ber şer û koçberiya zêde nikarin bigihîjin gelek deverên herêma Ituri. Rayedarên herêmê, gotin ku mirov li malên xwe dimirin û nexweş nikarin werin dermankirin.

DIBE KU RÊJEYA MIRINAN JI SEDÎ 50 DERBAS BIKE

Wezîrê Tenduristiyê yê Kongoyê Samuel-Roger Kamba, diyar kir ku ji bo vê varyantê dermankirin an vakslêdanek taybetî tune ye û got ku rêjeya mirinê dikare bigihîje ji sedî 50.

Ji ber şewba Ebolayê di nava 50 salên dawî de li Efrîkayê bêhtirî 15 hezar kes mirine. Ev şewba heyî, ji sala 1976’an û vir ve 17’emîn şewba Ebolayê ye ku li Komara Demokratîk a Kongoyê dertê holê.