Li Pakistanê êrişa bombeyî: Herî kêm 19 kes mirin

Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya li bakurrojavayê Pakistanê, di êrişa bi wesayiteke bombebarkirî de ya li komplekseke ewlekariyê, herî kêm 9 leşkerên paramîlîter û 10 êrişkar mirin. Talîban a Pakistanê berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Li eyaleta Hayber Pahtunhva ya li bakurrojavayê Pakistanê, bi wesayiteke bombebarkirî li hemberî komplekseke ewlekariyê êriş hate kirin. Rayedaran diyar kirin ku di encama êrişê de herî kêm 9 wezîfedarên ewlekariyê yên paramîlîter û 10 êrişkar mirin.

Li gorî rayedarên ewlekariyê yên li Peşaverê, êrişkaran bi qemyoneke bombarkirî xwe gihandin heta ber deriyê kompleksê. Piştre jî demeke dirêj di navbera êrişkaran û hêzên ewlekariyê de şer qewimî. Hate ragihandin ku di vî şerî de herî kêm 35 wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn.

Êrişkar li herêma Bajaur a li ser sînorê Efganistanê qewimî. Li heman herêmê topeke hawanê li kampeke din a paramîlîter ket. Di bûyerê de sê wezîfedarên ewlekariyê birîndar bûn.

TALÎBAN A PAKISTANÊ BERPIRSYARIYA ÊRIŞÊ LI XWE GIRT

Rêxistina Tehrîk-î-Talîban Pakistan (TTP) berpirsyariya êrişê li xwe girt. Talîban a Pakistanê dema dawî bi taybetî li herêmên nêzî sînorê Efganistanê êrişên xwe zêde kiriye.

Eyaleta Hayber Pahtunhva rojên dawî bi êrişên li pey hev di rojevê de ye. Di êrişa xwekujî ya roja Sêşemê de herî kêm 9 kes mirin. Dawiya hefteyê di êrişeke li ser benda kontrolê de 15 polîs hatin kuştin.

RAGEŞIYA PAKISTAN-EFGANISTANÊ

Rêveberiya Îslamabadê îdîa dike ku komên çekdar ên li Efganistanê êrişên li Pakistanê bi rêxistin dike. Rêveberiya Efganistanê jî sûcdariyan red dike.