CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Myanmarê cezayên darvekirinê hatin rakirin: Bi hezaran girtî hatin efûkirin
Serokê cuntayê yê Myanmarê Min Aung Hlaing bi boneya sala nû hemû cezayên darvekirinê veguherandin hepsa muebet. Tê payîn ku di çarçoveya biryarê de zêdetirî 4 hezar girtî werin berdan. -
Dema ku bala her kesî li ser Hurmuzê ye li Deryaya Çînê tevgerek nû leşkerî pêk hat
Dema ku bala her kesî li ser krîza li Tengava Hurmuzê ye, derket holê ku Çîn li Deryaya Başûrê Çînê hebûna xwe ya leşkerî bi lez berfireh dike. -
Li Komara Domînîk û Haîtiyê lehî: Herî kêm 19 kes mirin
Li Komara Domînîk û Haîtiyê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de herî kêm 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi deh hezaran kes ji warê xwe bûn. -
Li Senatoya Emerîkayê pêşnûmeya Îranê cara 4'emîn hat redkirin
Pêşnûmeya ku armanc dikir rayeya leşkerî ya rêveberiya Trump a li Îranê sînordar bike, li Senatoyê dengên têrker negirt. -
Li gorî IEAE'yê kapasîteya nukleerê ya Koreya Bakur 'cihê fikaran' e
Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi diyar kir ku kapasîteya hilberîna çekê nukleerî ya Koreya Bakur di asteke "bi fikar" de zêde bûye. -
NY: Li Sûdanê di encama êrîşên bi droneyan de bi sedan sivîl mirin
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Sûdanê di mehên destpêkê yên salê de di encama êrîşa bi dronan de nêzî 700 sivîl mirin. Li welêt krîza mirovahî her ku diçe girantir dibe. -
Felaketa mirovî ya li Sûdanê giran dibe: Yek ji çar parên nifûsê welêt diterikîne
Li Sûdanê ji ber şerê navxweyî ku ketiye sala çaran, nêzî 14 milyon mirovî warê xwe terikandin. Oxfamê krîz weke "felaketa herî giran a cîhanê" pênase kir. -
Di hilbijartinên Perûyê de namzedên rastgir û rastgirên tund man tûra duyemîn
Hilbijartinên serokkomariyê yên li Perûyê, di navbera du namzedên rastgir Keiko Fujimori û Rafael López Aliaga de diçe tûraa duyemîn a krîtîk ku dê di 7’ê pûşperê de bê kirin. -
Trump ê ku Papa rexne kiribû xwe weke Îsa Mesîh xêz kir
Rageşiya devkî ya di navbera Serokê DYE’yê Donald Trump û Papa Leoyê 14’emîn de mezintir dibe. Trump dîmeneke ku xwe weke Îsa Mesîh nîşan dide, parve kir û ev yek bû sedema gurbûna nîqaşan. -
Ji Trump plana 'êrişa bi sînor', ji Macron pêşniyara 'mîsyona pir neteweyî'
Piştî ku hevdîtinên aştiyê bê encam man, rêveberiya Washingtonê operasyonên leşkerî yên bi sînor ên li dijî Îranê ji nû ve xist rojeva xwe. Plana dorpêçkirina Tengava Hurmuzê jî li Ewropayê bû sedema nerazîbûneke cidî. -
Di artêşa Awûstralyayê de tayîneke dîrokî: Cara yekem jinek bû fermandara giştî
Li Awûstralyayê Susan Coyle weke yekem jin di dîroka artêşê de bû fermandara leşkerî ya payebilind. -
Li Nîjeryayê ‘êrîşa şaş’: Zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî û çavkaniyên herêmî, ji ber êrîşa hêzên hewayî ya Nîjeryayê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Perûyê gel li ser sindoqan e: Di 10 salan de serokê 9'emîn tê hilbijartin
Li Perûyê gel, di nava krîza siyasî û atmosfera bêbaweriyê de ji bo hilbijartina serokê dewletê yê nû dengê xwe dide. Di hilbijartina ku 35 namzed tê de hevrikiyê dikin de, tûra duyemîn hema hema wekî teqez tê dîtin. -
Li Haîtiyê ji ber qerebalixa zêde 30 kes mirin
Li Keleha Laferrière ya dîrokî ya li bakurê Haîtiyê, ji ber qerebalixî û hewaya xirab herî kêm 30 kes mirin. -
Di navbera DYA û Îranê de hevdîtinên rasterast dest pê kirin
Piştî peywendiyên nerasterast ên demdirêj ên di navbera DYA û Îranê de, li Pakistanê cara yekem hevdîtinên rûbirû dest pê kirin. Hevdîtin di serdemeke wiha de pêk tên ku agirbest gelekî nazik e û rageşiya herêmî berdewam dike. -
YE’yê bi pergala nû ya sînoran re rê neda ketina zêdetirî 27 hezar kesan
Komîsyona Ewropayê, di çarçoveya pergala nû ya ketin-derketinê de ya ku ji meha Cotmehê ve gav bi gav hatiye sepandin, eşkere kir ku rê li ber ketina zêdetirî 27 hezar kesan bo Yekîtiya Ewropayê hatiye girtin. -
YE’yê nêzîkî 3 milyar Euro daye gaza Rûsyayê
Derket holê ku di sê mehên ewil ên sala 2026’an de Yekîtiya Ewropayê ji bo hawirdeya gazê nêzîkî 2,9 milyar euro daye Rûsyayê. Buhayên zêdebûne û rageşiyên jeopolîtîk dahatên enerjiyê yên Moskovayê zêde kirine. -
Li Kolombiyayê di encama êrîşa çekdarî de 6 kes hatin kuştin
Li başûr rojavayê Kolombiyayê êrîşeke çekdarî pêk hat û di encamê de 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî bi giranî birîndar bûn. -
NY: Di nava 3 salan de zêdeyî hezar xebatkarên alîkariya mirovî hatin kuştin
Koordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Tom Fletcher anî ziman ku sê salên dawî li cîhanê zêdeyî hezar xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dan. Fletcher got, "Ev yek zêdebûneke tesadufî nîne, lê hilweşîna mekanîzmayên parastinê ye." -
Moskow cenazeyên hezar û Kiev jî ya 41 leşkeran radest kirin
Rûsyayê, ragihand ku di çarçoveya pevguhertina cenazeyan de cenazeyê hezar leşkerî radestî Ukraynayê kirine û li beramberê vê cenazeya 41 leşkerên Rûsî wergirtine. -
Li Sûdanê êrişa bi droneyê: 12 sivîl mirin, 6 jê zarok bûn
Li bajarê Kutum ê li eyaleta Darfûr a Bakur a Sûdanê ku di bin kontrola hêzên paramîlîter de ye, di êrişeke bi droneyê de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku 6 ji wan zarok bûn. -
Li DYE'yê 85 wekîlên Demokrat ji bo dûrxistina Trump a ji wezîfeyê bang kirin
Daxuyaniyên hişk û gefxwarinê yên Serokê DYE'yê Donald Trump ên li dijî Îranê, li Washingtonê bû sedema krîzeke nû ya siyasî. 85 wekîlên Demokrat bang kirin ku Trump ji wezîfeyê bê dûrxistin, yan jî erkên xwe radestî Alîkarê Serok JD Vance bike. -
Trump: Wê Îran nikaribe uranyûmê dewlemend bike
Serokê DYE’yê Donald Trump piştî agirbesta li gel Îranê daxuyaniyek da û got ku ew ê destûrê nedin ku Tehran uaranyûmê dewlemend bike. Muhafizên Şoreşê yên Îranê jî dan zanîn ku tevî agirbestê jî ew ‘’amade ne.’’ -
NY: Di hefteyên dawî de li Deryaya Spî zêdetirî 180 koçber an mirin an jî winda bûn
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku ji 28’ê Adarê û vir ve zêdetirî 180 koçber dema ku hewl didan Deryaya Spî derbas bikin an jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne. -
Li Bensheimê kampa perwerdeyê ya dayik-zarokan
Li bajarê Bensheim ê Elmanyayê jinên Kurd kampanya dayik-zarokan lidar xistin. Kampa ku di navbera 3-5'ê Nîsanê de hate lidarxistin du rojan bi perwerde û çalakiyên cuda dewam kir.