RTC: Di keştiyeke geştyariyê de bûyerên hantavîrûsê hatin tespîtkirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku di keştiyeke geştyariyê (kruvaziyer) de ya ku li nêzî giravên Cape Verde rawestiyaye, 2 bûyerên hantavîrûsê yên piştrastkirî û 5 bûyerên gumanbar hene û 3 kesan jiyana xwe ji dest dane

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) ragihand ku di keştiyeke geştyariyê de ya li deryaya Cape Verdeyê bûyerên hantavîrûsê hatine dîtin. Li gorî saziyê, 2 doz hatine piştrastkirin û 5 doz jî wekî gumanbar tên nirxandin.

Berpirsyara RTC’yê Maria Van Kerkhove diyar kir ku dibetiyeke mezin e ku enfeksiyon li derveyî keştiyê vegirtibe, lê belê dibetiya vegirtina "mirov bi mirov" a sînorkirî bi riya têkiliya nêzîk jî tê nirxandin. Hantavîrûs bi gelemperî bi riya kojeran (wek mişk û hwd.) belav dibin.

Hate ragihandin ku heta niha 3 mirin hatine tomarkirin û ji van kesan du jê piştî ku ji Amerîkaya Başûr rêwîtî kirine li keştiyê siwar bûne. Analîza genetîk a vîrûsê li laboratuwarekê li Afrîkaya Başûr berdewam dike.

Li keştiya ku nêzî 150 rêwî û xebatkar tê de ne, hat xwestin ku rêwî di kabînên xwe de bimînin û xebatên dezenfektekirinê tên meşandin. Hate diyarkirin ku rewşa hinek bûyerên gumanbar stabîl e û nîşaneyên nû nehatine dîtin.

RTC’yê destnîşan kir ku pêşîniya wan tehliyekirina bijîşkî ya bûyerên gumanbar e û ragihand ku keştî dê paşê ber bi Giravên Kanaryayê ve were arastekirin û li wir lêkolîneke berfireh a epidemiyolojîk were kirin. Hate zanîn ku di vê pêvajoyê de rayedarên Cape Verde, Hollanda, Spanya, Afrîkaya Başûr û Îngilîstanê hevkariyê dikin.

Rayedaran tekez kirin ku bûyerên hantavîrûsê her sal li seranserê cîhanê tên dîtin, lê rewşeke bi vî rengî di keştiyekê de kêm peyda dibe û diyar kirin ku xetere ji bo raya giştî kêm e.