Ji Trump parvekirina têkildarî Venezuelayê: Eyaleta 51'emîn

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump di parvekirina xwe ya li ser Truth Social de nexşeya Venezuelayê bi rengên DYE'yê nîşan da û dîmenekî ku 'Eyaleta 51'emîn' li ser nivîsî, parve kir.

Trump mehên dawî gelek caran îdîa dike ku li ser Venezuelayê 'xwedî kontrol e' û beriya niha têkildarî Kanadayê gotibû, wê bike 'Eyaleta 51'emîn' a DYE'yê.

Meha Adarê di parvekirinekê de gotibû, "Li Venezuelayê dema dawî tiştên xweş dibe... Eyaleta 51'emîn. Hûn çi dibêjin?"

Parvekirina dawî ya têkildarî Venezuelayê di navbera Washington û Caracasê de bû sedema nîqaşên nû.

Serokdewleta demkî ya Venezuelayê Delcy Rodríguez bersiveke tund da van daxuyaniyan.

Delcy Rodriguez diyar kir ku welatê wê qet nafikire ku tevlî DYE'yê bibe û got, "Xelkê Venezuelayê ji pêvajoyên serxwebûnê, leheng û serweriyê hez dike."

Têkiliyên dîplomatîk ên navbera Caracas û Washingtonê, di dema Serokdewletê berê Nicolás Maduro de ya beriya heft salan qut bûbû. Maduro Çileya 2026'an bi operasyoneke DYE'yê hatibû revandin.