CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Peruyê dengên dîasporayê nîqaşa li ser hilbijartinê zêde kir
Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokkomariyê yên li Peruyê de, dengên welatiyên Peruyê yên li dervey welêt bandor li encamên hilbijartinê kir. Vê yekê mafê dengdanê yê hilbijêrên li dîasporayê, kir mijara nîqaşê. -
Koreya Başûr ji bo aştiya bi Koreya Bakur re alîkarî ji Trump xwest
Serokdewletê Koreya Başûr Lee Jae Myung di civîna bilind a G7 de ya li Fransayê hate lidarxistin, bi Serokê DYE'yê Trump re hevdîtin kir û ji bo çareseriya aştiyane ya rageşiya bi Koreya Bakur re ji washingtonê xwest, ku bi roleke çalak rabe. -
Parlamentoya Ewropayê peymana bazirganiyê ya YE-DYE’yê erê kir
Parlamentoya Ewropayê bi piraniya dengan peymana bazirganiyê ya ku par di navbera Yekîtiya Ewropayê û DYE’yê de hatibû kirin, erê kir. -
UNICEF: Zêdetirî 1 milyar zarok bi talûkeyên avûhewayê re rû bi rû ne
Li gorî rapora UNICEF’ê ya 2026’an li seranserê cîhanê 1,1 milyar zarok di heman wextî de herî kêm bi sê rîskên avûhewayê yên mezin re rû bi rû ne. -
Li Endonezyayê erdheja bi 6,7 pileyî
Li Girava Sulawesi ya Endonezyayê bi pileya 6,7'an erd hejiya û bû sedema panîkê. Li gorî agahiyên destpêkê ji ber erdhejê tiştek bi kesî nehatiye. -
Îngiltere qedexeya ’rêxistina terorîst' a koma alîgirê Filistînî pejirand
Dadgeha Îstînafê ya Îngiltereyê biryara hikûmetê ya qedexeya ’rêxistina terorîst' a koma alîgirê Filistînî Palestine Action li gorî hiqûqê dît. -
Rûsya tevahiya şevê li Ûkranyayê xist: 11 kes mirin
Rûsyayê di demên dawî de yek ji êrîşên hewayî ya herî berfireh li dijî Ûkranyayê pêk anî. Di encama êrîşan de herî kêm 11 kes hatin kuştin. -
NY: Li Sûdanê di encama êrîşên droneyan de zêdetirî hezar welatiyên sivîl mirin
Komîserê Pilebilind ê Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk da zanîn ku li Sûdanê di navbera mehên Çile û Gulana 2026’an de di encama êrîşên hewayî (ÎHA) de zêdetirî 1.000 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane. -
Şehbaz Şerîf: Metna dawî ya lihevkirina aştiyê ya di navbera Îran û DYE’yê de amade ye
Serokwezîrê Pakistanê Şehba Şerîf ragihand metna dawî ya lihevkirina aştiyê ya di navbera Îran û DYE’yê de amade ye û ji bo zelalkirina gavên din bi aliyan re hevdîtin dewam dikin. -
Şerê Ukraynayê dema Yekemîn Şerê Cîhanê li pey xwe hişt
Di ser dagirkirina Rûsyayê ya Ukraynayê de hezar û 569 roj derbas bûn. Bi vî awayî şerê li Ukraynayê dema Yekemîn Şerê Cîhanê derbas kir û bû pevçûna herî wêranker a sedsala 21’an a Ewropayê. -
DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike
Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) plan dike ku piştgiriya xwe ya leşkerî ya ji bo operasyonên NATO'yê li Ewropayê kêm bike. -
UNHCR: Sala borî 5,4 milyon kes neçarî koçberiya bi zorê bû
UNHCR’ê diyar kir sala borî 5.4 milyon kes ji ber şer, tundî û binpêkirinên mafên mirovan koçber bûne û ragihand ku rêjeya koçberiya bi darê zorê sala borî cara yekem kêm bûye. -
Ramanwerê navdar ê Swîsreyî Jean Ziegler jiyana xwe ji dest da
Ramanwerê çepgir ê pêşeng, civaknas û parlamenterê berê yê Swîsreyê Jean Ziegler di 92 saliya xwe de ji ber nexweşiya parkinsonê jiyana xwe ji dest da. Ziegler bi rexneyên li ser newekheviyên kûrewî, birçîbûn û kapîtalîzma neoliberal dihat nasîn. -
Helîkopterê leşkerî yê Pakîstanê li Keşmirê ket: Kes rizgar nebû
Helîkopterekî artêşa Pakîstanê, li Keşmira di bin kontrola Pakîstanê de dema rabûnê ji ber “xerabûna teknîkî” ket. Hate ragihandin ku hemû leşkerên di helîkopterê de mirine. -
Li nêzî Johannesburgê êrişa çekdarî: 12 kes mirin
Li nêzî bajarê Johannesburgê yê Efrîkaya Başûr, di encama êrişeke çekdarî de 12 kes mirin. -
Li Meksîkayê mamosteyan beriya Kûpa Cîhanê rê girtin
Li Meksîkayê bi hezaran mamoste daketin qadan û bi daxwaza zêdekirina mûçeyan vekişandina reforma teqawîtiyê rêya ber bi Stadyûma Aztekê girtin, ku merasîma vekirinê ya Kûpa Cîhanê wê lê bê kirin. -
Li Fîlîpînan di erdheja bi pileya 7,8 de herî kêm 41 kes mirin
Li başûrê Fîlîpînan di erdheja bi mezinahiya 7,8 de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane, gihişte 41’an. Rayedaran ragihand ku zêdeyî 450 kes birîndar bûne. -
Ji Şerê Cîhanê yê 2'yemîn û vir ve cîhan gihîştiye asta herî bilind a şer
Li gorî rapora PRIO'yê, şerê ku di sala 2025'an de li navbera dewletan de qewimî, ji Şerê Cîhanê yê 2'yemîn û vir ve asta herî bilind e. -
Stranbêjê navdar ê Fransî di lêpirsîna destdirêjiyê de hat binçavkirin
Stranbêj û lîstikvanê navdar ê Fransî Patrick Bruel, di encama lêpirsîna destdirêjiya zayendî de hat binçavkirin. Dozgerî, da zanîn ku di vê qonaxê de 13 mexdûr di dosyayê de cih digirin. Stranbêj tohmeta li hember xwe tev red dike. -
Di hilbijartina li Ermenistanê de Paşînyan bi ser ket
Li Ermenistanê di hilbijartina parlamentoyê de serokwezîr Nikol Paşinayan a Partiya Peymana Sivîl bi ser ket. -
SIPRI'yê hişyarî da: Rîska nukleerê zêde dibe
Li gorî rapora dawî ya Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), li cîhanê hejmara serikên nukleerê kêm bûye, lê xeteriya nukleerê mezin dibe. -
Li peravên Fîlîpînê erdheja bi pileya 7.8 pêk hat: Li Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê
Li başûrê Girava Mindanao ya Fîlîpînê erdheja bi pileya 7.8 pêk hat. Li seranserê Pasîfîkê hişyariya tsunamiyê hat kirin. Li gorî agahiyên destpêkê herî kêm kesek miriye û 4 kes jî birîndar bûne. -
Li Perûyê di bin siya krîza siyasî û pêla sûcan de gel diçe ser sindoqan
Li Perûyê di nava 10 salên dawî de ji bo hilbijartina serokkomarê 9’emîn gel diçe ser sindoqan. Tê payîn ku hilbijartin di navbera namzeta muhafezekar Keiko Fujimorî û namzetê çepgir Roberto Sanchez de bimîne. -
Li Ermenistanê hilbijartina krîtîk
Hilbijêrên li Ermenistanê di hilbijartinên parlementê de dengên xwe didin. Hilbijartin her wiha wekî nîşandana piştgiriya siyaseta dûrketina ji Rûsyayê û nêzîkbûna bi welatên rojava re ya Serokwezîr Nikol Paşînyan tê dîtin. -
Li Sûdanê êrişa droneyê ya li ser bazarê: Herî kêm 11 kes mirin
Li herêma Kordofan a Bakur a Sûdanê bi droneyê êriş li cihekî bazarê hate kirin, herî kêm 11 kes mirin, bi dehan kes birîndar bûn.